Tenduristvan 25 rojin di 'Berxwedana sipî de nin'
15:44
JINHA
AMED - Ji bo balkişandina ser dopêçên li Kurdistanê berdewam dikin û astengkirina mafê tenduristiyê 25 rojin tenduristvan di çalakiya "Berxwedana spîdenin."
Li Sur, Cizîr û Silopî dorpêç û êrîşên hêzên dewletê berdewamdikin.Tenduristvan ji bo balbikişînin ser dorpêça Surê bi durişma "Li hember mirinê jiyan, li hêmber reş sipî" 25 rojin li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê çalakiya xwe berdewam dikin.
Tenduristvan li dora agir sohbet dikin û her roj li ser mijarêk forum çêdikin. Tendurisvanan wiha gotin; "Heta terora dewletê bi dawî nebe, em ê jî çalakiya xwe berdewambikin" Îro jî tenduristvanan nobeta xwe ya "Berxwedana sipî" bi ziyaretên Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Edeneyê û xwendekarên zanîngihê berdewam kirin.
(dt/zt)