Li Kobanê konferansa KPC'ê sibê berdewam dike

15:55

JINHA

KOBANÊ - 1'emîn konferansa KPC'ê ya li Kantona Kobanê despêkir bernama roja yekem qediya wê sibê berdewam bike..

Li Kantona Kobanê 1'emîn Konferansa Komîta Perwerda Civaka Demokratîk (KPC)'ê hat lidarxistin. Konferans li Akademiya Ş. Halim bi beşdariya 250 delegeyan hat lidarxistin. Ji derveyî delegeyan 300 mêvanên ji gelek deverên weke Cizîrê û Girê Spî jî hatin beşdarî konferansê bûn. Li salona konferansa bi deqeyek rêzgirtinê despêkirî wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Şîlan Kobanê, sê jinên siyasetmendarên kurdên li Parisê hatin qetilkirin Sakine Cansiz, Fidan Dogan, Leyla Şaylemez û ankartên weke "Perwerdeya civaka demokratîk berdewama berxwedana Kobanê ye" û "Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye" hatin daliqandin. Konferansê bi axaftinên nûnerên saziyan û xwendina raporên xebatên salê berdewam kir.

Bernameya îro ya konferansê bi dawî bû sibê saet di 08.00'an de wê dest bi bernama roja duyemîn bêkirin.

(rê/zt)