Navê ciwanê li Nisêbînê hatî qetilkirin zelal bû
16:49
JINHA
MÊRDÎN – Li navçeya Nisêbînê di dema qedexeya kolanan a 6'emîn de hêzên dewletê Medenî Orak û ciwanek ê navê wî nehdihat zanîn qetil kiribûn. Hate zanîn ku ciwanê hatiye qetilkirin Rojhat Karakoç e. Malbat ji bo cenazeyê li Goristana Gel a Mêrdînê hatibû definkirin dê serî li dozgeriyê bide.
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê li kolana Dîlek a Taxa Firatê di 22’ê kanûnê 2015’an de, hezên dewletê welatî gulebarankiribûn û di encamê de Medenî Orak ê bavê 8 zarokan û ciwanek navê wî nehatibû zanîn, jiyana xwe ji dest dabûn. Navê ciwanê hate qetilkirin ji aliyê malbata wî ya li Amedê dîmene ve hate piştrastkirin û hate hîn bûn ku navê wî Rohat Karakoç e. Cenazeyê Rohat 18 roj li Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê hatibû girtin û ji hêla rayedarên MEYA-DER’a Mêrdînê ve li Goristina Gel a Mêrdînê bi merasîmekî hatibû definkirin.
Malbata Karakoç ji bo cenazeyê xwe bigire dê serî li Dozgeriya Komarê ya Mêrdînê bide.
(bg/eb/zt)