'Divê em çirûskên şoreşa jinan ya Bakur û Rojava derbazî Başur bikin'

09:00

Şengar Biradost/JINHA

SİLÊMANÎ - Di derbarê zêdebûna kuştinên jinan li Bakurê Kurdistanê Mamosta Viyan Mecîd got: "Gerkek em çirûskên şoreşa jinan li Bakur û Rojava derbazî Başurê Kurdistanê bikin. Jinên beşên din yên Kurdistanê dikarin bibin pêşeng û rê nîşanî me bidin."

Li gorî lekolînên dawiyê yên ji aliyê rêxistinên jinan ve hatine kirin di sala 2015 de zêtrî 200 jin li Başurê Kurdistanê hatine qetil kirin. Li gorî lêkolînan qetilkirinên jinan îsal ji salên derbazbûyî zêdetire. Siyasetmendar û Mamostaya Zanîngehê Viyan Mecîd û Hevseroka Meclîsa Tevgera Komelgey Azadî ya Bajarê Silêmaniyê Ronak Mecîd Fetah lêkolîn û çavdêriyên xwe yên derbarê mijarê de bi ajansa me ya JINHA yê re par kirin.

Hevseroka Meclîsa Tevgera Komelgey Azadî ya Bajarê Silêmaniyê Ronak Mecîd Fetah di derbarê zêdebûna şideta ser jinan û qetilkirinên jinan de wiha axivî: "Qrîza siyasî sedema yekemîn ya zêde bûyîna tûndî û xirab bûyîna rewşa civakê bi giştiye. Jin mertala herî pêş ya bertekên civakê ye li hember her bûyereke dijber. Herî zêde êrîşî bedena jinê dikin, ji bo wê jî berpirsyariya me jinan zêdeye li hember van bûyerên çêdibin."

Ronak Mecîd wiha domand: "Gûhartineka herî biçûk di warê siyasî, Abûrî û leşkerî de bandor li ser jiyana jinê dike. Sedema hilweşînên malbatan jî teqîna civakê li hember hemû qrîzên ku deshilata siyasî derxistine holêye. Divê jin xwedî Abûriya xwe be û çavê wê li destê deshilatê nebe. Çûnkî Abûriyek xwer bingehê civaka tendurst misoger dike."

'Divê em pêşengiya jinê ya şoreşa Rojava û Bakur derbazî Başur jî bikin'

Siyasetmendar û Mamostaya Zanîngehê Viyan Mecîd jî da xwiya kirin ku deshilata heyî ewlehî û abûriya civakê tine dike û wiha berdewam kir: "Rewşa siyasî li Başurê Kuristan rê li ber aloz bûna rewşa civakê vekiriye. Eger îro kesek ji ber nebûna pêdiviyên jiyanê li ber çavê herkesî dawî li jiyana xwe tîne, bêgûman ev rewş pir metrsîdare. Pir sedemên xwe yên cidî hene, lê ya sereke ku bûye girêka kor, qirîza siyasiye ku li herêmê tê jîn. Çunkî hêviyek nemaye ku mirov dema pêş bi hizirin. Dema hêvî û baweriya bi jiyanê nemîne pirsgrêkên civakî û yên nava malbatê jî zêde dibin. Sala bûrî hilweşîna malbatan gihiştiye asta herî zêde. Ev jî tê wateya mudaxele kirina deshilata siyasî ya nav malbatane. Çûnkî hikumeta ku ewlehî û Abûriya malbatan tunedike li ser kare. Bi giştî pirsa siyasî bandorek nerênî li ser aboriya Başurê Kurdistanê kiriye."

Viyan wiha berewam kir: "Sedemek din ya zêde bûyîna tûndiya di çarçoveyeka teng de girtina jinane. Jinên Başur asta xwe ya îrade û hizrê azad pêşnexistine. Li gor jinên Bakur û Rojava em pir paşde mane. Jin wek kesanî pir kardikin, lê vîna xwe ya xweser pêşnexistine. Herwha ji bo ku jin bibe xwediyê aboriyek xweser kar nekirine. Jinên ku derketine pêş jî nikarîne xwe ji hegemoniya deshilatdariya Başurê Kurdistanê rizgar bikin."

Viyan di dawiyê de bang li jinên başur kir û got: "Gerkek em çirûskên şoreşa jinan li Bakur û Rojava derbazî Başurê Kurdistanê bikin. Jinên beşên din yên Kurdistanê dikarin bibin pêşeng û rê nîşanî me bidin."

(zt)