Di roja duyemîn de konferansa KPC'ê despêkir
10:15
JINHA
KOBANÊ - Konferansa KPC'ê li Kobanê di roja duyemî de bi axaftinên mamostayan berdewam dike.
Li Kantona Kobanê 1'emîn Konferansa Komîta Perwerda Civaka Demokratîk (KPC)'ê hat lidarxistin. Konferans li Akademiya Ş. Halim bi beşdariya 250 delegeyan hat lidarxistin. Ji derveyî delegeyan 300 mêvanên ji gelek deverên weke Cizîrê û Girê Spî jî hatin beşdarî konferansê bûn. Li salona konferansa bi deqeyek rêzgirtinê despêkirî wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Şîlan Kobanê, sê jinên siyasetmendarên kurdên li Parisê hatin qetilkirin Sakine Cansiz, Fidan Dogan, Leyla Şaylemez û ankartên weke "Perwerdeya civaka demokratîk berdewama berxwedana Kobanê ye" û "Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye" hatin daliqandin.
Di roja duyemîn de konferansê bi axaftinên mamostayên kantona Kobanê berdewam dike.
(rê)