Ji dadgehên Engizisyonan heya niha ser girtiyan îskenceya zayendî
11:01
Ceren Karlıdag/JINHA
STENBOL - Em bi Aysel Bolucek Serdar ya ku îskenceya zayendiya ser girtiyên jinên siyasî tê kirin lêkolîndike ji dema 'nêçîra cadiyan' heya niha îskenceya zayendî axivîn.
Dema ku Serokomar Recep Tayyip Erdogan, hîna Serokwezîrbûye di civîna partiya xwe de gotibû; "Kes nikare ji bo me AK Partiyê bêje îskenceyê dikin. Helwelstek me bi wî awayî nîne." Lê mixabin her roja diçe di binçavan de û ser girtiyan îskence zêde dibe. Li ser girtiyên jinên siyasî bi polîtîkaya helandinê, ji bo biçukxistin û teslîmgirtinê cardin îskenceya zayendî xistine rojevê. Bêmafiyên ji aliyê hişmendiya deshilatiya mêran ve ser girtiyan tên kirin bi jimartinê naqede. Aysel Bolucek Serdar ya ku îskenceya zayendiya ser girtiyên jinên siyasî lêkolîndike diyar kir ku ji dîrokê heya niha her dem xwestine bi bedena jinê wê bigirin bin destê xwe.
'Bedena jinê vegerandine rewşa çekê'
Aysel destnîşan kir ku li girtîgehan îskenca herî zêde tê kirin a lêgera taziye û wiha domand: "Bedena jinan vegerandine rewşa çekê. Jin li gel mêrên hevalên xwe ji aliyê mêrên dinê yên leşker an jî gardiyan ve rastî îsenca lêgera tazî tê. Di girtîgehan de ev îskence rê li ber nexweşiyên giran ên derunî vedike. Bi zanebûn bi sed salane van rêbazan bikartînin. Nameyên ku îro ji tîpên F ên Şakran, Riha, Sincan û wekedinê tên nîşan dide ku bi heman şêweyî îskence berdewam dike."
'Di dadgehên Engizisyonan de amêra pêsîr birînê heye'
Aysel destnîşan kir ku îskenceyên li jinan tên kirin bi sed salan berê li Dadgehên Engizisyonan jî hatine dîtin û wiha berdewam kir: "Di dadgehên Engizisyonan de amêra pêsîrbirînê hebû. Bi vî awayî pêsîrê gelek jinan jêkirin, lê nayê zanîn wê demê çiqas jin di hatin darezandin. Ji xwe wê demê jinên li hember pergalê radibûn hemû digirtin îskence dikirin û bi navê cadî dişewitandin. Heta ti belge jî negirtine, di derbarê îskence û şewitandinên wê demê de. Ji ber wê demê di nava civakê de ji xwe mafê gotinê yê jinê nebû, li gel wê jî li hember pergala mêran rabûn, hema dişewitandin, hîna jî hew hişmendî berdewam dike. Dema ku mêrek tê girtin weke bi şerefa xwe hatiye girtin, lê dema jinek tê girtin malbata wê jî li gel nedisekine, weke tiştek nebaş dibînin. Heta hevalên me yên jin ên di çalakiyên xwendekaran de tên girtin jî pirî caran malbat bi gotinên weke, 'Keça bi tenê karê wê li wê çiye' dibêjin û li hember derdikevin."
'Bedena jinan li ser mêran jî weke îskencê xebitandine'
Aysel bilêv kir ku dema dest bi lêkolînkirina dîroka jinên girtiyên polîtîk kiriye gelek çîrokên wan berhev kiriye û wiha dom kir: "Li gelek deverên cîhanê bi sed salane şertên girtîgehên jinan ji yên mêran hîn zêdetir giranin. Ji ber jinbûnê hemû tayîbetiyên jinan li hemberî wan dixebitînin. Weke em hemû jin regil dibin. Ev bi sed hezar salane beşek ji jiyana me ya fîzikiye. Heya vê jî ji bo jinan weke îskenceyê dixebitînin. Ji demên 12'ê Îlonê, 12'ê Adarê heya niha jin di girtîgehan de di dema regilbûnê de îskence dikêşin. Mînak pet nadin wan. Jinan bi etekên wan ên bixwîn li quşên mêran digerînin. Yan jî tiştên di salên 90'an de hatine serê me. Li Enqerê Lêkolîna Kur a Lavaboyê heye. Îskencexaneya navê wê heyî... Li wê dema jin bi komî girtine, qotiya çopê ya petê wan birine valekirine qouşa mêran. Peyama 'Em wiha îskence li jinên we dikin û tecawîz dikin' didan wan. Bedena jinan ser mêran jî weke îskenceyê xebitandine."
Aysel anî ziman ku di şeran de jî deshilatî ser jin û zarokan dixwaze çavê civakê bitirsîne û wiha pêde çu: "Di girtîgehan û îskencexaneyan de ev bi vî awayiye. Jin û zarokan dixebitînin, bi xistina moralê wan û xistina nirxê wan weke çekê bikartînin. Di girtîgehan de vê hîn zêdetir bi zanebûn dikin."
(zt)