Sihema bi keda destê xwe tiştan ji şekir çêdike hedefa wê mezine

11:49

Rojbin Kaçan/JINHA

MÊRDÎN - Li navçeya Qosera Mêrdînê ya ku hişmendiya desthilatiya mêran lê serwere Sihem Deger bi çêkirina şekir dabara mala xwe dike. Hedafa Sihem ewe ku şaxên cuda yên çêkirina şekir veke.

Li navçeya Qoser a Mêrdînê Sihem Deger aboriya xweya azad ava kir. Sihem berî 9 mihan bi xwe vî karî avakir. Sihema 37 salî susa şekir bi keda destê xwe çêdike û debadara mala xwe dike. Sihema dayîka 5 zarokane li hember zehmetiyên jiyanê berxwenek mezin dide got: "Ez şekirê zaroka, şekirê mehr birinê, ji bo rojbûna, û susa deriyan çêdikim. Ji bo ku vî karî bikim min 4 mihan li ber xweda. Ez ji bo hînbuna vî karî çum kursê. Min dixwest bi xwe karêk avabikim. Her dem derbazbû min karê xwe mezin kir, armanca min a yekem vekirina şaxên dinê yên karê mine."

Sihem wiha domand: "Wextê min nû dikan vekir mêrên derdorê bertekên neyînî nîşan didan. Xizmên me jî ji min pirs dikirin ji bo çi tu yê dikan vekê? Eger tu bi xabitê wê zarokên te şapirze bibin. Lê min li tu kes nehisan. Ez li ser karê xwe kombûm. Eger min guhê xwe dabana derdorê ezê ji vê tekoşînê vegerabama. Wî çaxî ezê ji zarokên xwe re bûbama mînaka xirab."

'Bila jin ji xwe bawer bin'

Sîhem wiha got; "Jin gava bi xwaze tişkek nîne ku serkeftî nebe. Eger 10 sal berê ji min pirs kirina tudê bi xebitê. Tê dikana kar vekê min bawer nedikir, ezê şaşwaz û kenî bama. Lê birastî gava jin bi xweze jin serkeftiye. Bila jin bi xwe bawer be. Jin gava bi hez û bawer be wê tiştên xweşik ava bike."

(dt/zt)