Li Cizîrê êrîş giranbûn welatiyek dinê jî qetilkirin

11:59

JINHA

ŞIRNEX - Li Cizîrê şevandin heya sibê êrîş gelek giranbûn, hîna êrîş berdewamin. Li Taxa Sur ê welatiyek dinê jî qetilkirin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê êrîşên hêzên dewletê ev 36 roj in berdewam dike. Êrîşên ku li dijî taxên Cûdî û Sûrê zêde bûn hê jî berdewam dike. Tankên ku li girê Cahferî Sadik hatine bicihkirin û herdu taxan jî dibîne malan gulebaran dikin. Ji ber topebarana tankan gelek mal xira bûn, li taxan ji ber şewata ku mudaxale nikare bê kirin jî du bilind dibe.

Topbarana hewana berdewam dike

Ji gundan jî navçe tê topebarankirin. Ji ber topên hewanê heta niha gelek mal û kargeh hatin xirakirin. Duh ji ber topa hewanê li maleke 3 kes hatin birîndarkirin û zarokê bi navê Hayrettîn Şinik dema dibirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû.

Welatiyek hate qetilkirin

Duh şevê li taxa Sûrê ji ber êrîşan welatiyê bi navê Mehmet Ridvan Kaymaz jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Mehmet ji ber êrîşan li taxê tê rawestandin û nikarin bibin nexweşxaneyê.

2 marketên vekirîbûn girtin

Li dijî taxên Sûr û Cûdiye êrîş berdewam dike û ji dest pêka qedexeyê heta niha firinek û 2 marketên vekirîbûn û welatiyan pêdiviyên xwe bi cih dianîn ji aliyê polîsan ve hatin girtin. Piştî nerazîbûna gel hate gotin ku dê di navbera 08.00-12.00 vekirîbe.

Alîkarî hatin astengkirin

Alîkariya zaxîreyê ya ku Şaredariya Cizîrê ji bo welatiyan hate amedekirin û tê xwestin bê şandin jî ji ber ku hê jî destur nehatiye dayîn nikare bê belavkirin. Li bajar stokên an û sotemenî ya firinan jî nemaye.

'Dixwazin gelê me yê li ber xwe dide bidin cezakirin'

Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç ê ku êrîş û berxwedana li dijî êrîşan nirxand diyar kir ku hêzên dewletê yên nikarin ku bi tank û topan ve berxwedana gel bişikênin sivîlan qetil dikin. Mehmet bilêv kir ku gelê Cizîrê malên xwe naterikînin û ji ber vê yekê jî tê xwestin ku êrîş, dorpêç û ambargoyê ve gel bidin koçberkirin. Mehmet bilêv kir ku dewletê li Cizîrê qatlîamên xwe zêdetir kiriye û ev tişt anî ziman: "Divê hemû gelê Kurdistanê li dijî vê yekê rabe li ser piyan. Ji bo piştgiriya berxwedana gelê Cizîrê bê kirin û li her derê çalakiyan pêk bînin."

(zt)