Li Cizîrê 4 rojin ji zarokê birîndar agahî tineye
12:42
JINHA
ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê Huseyên Paksoy ê ku beriya 4 rojan hate birîndarkirin hê jî agahî jê tuneye, di êrîşan de zarokê bi navê Mahsum Îcuz bi giranî hate birîndarkirin. .
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê êrîşên hêzên dewletê di roja 36'emîn de ye. Di êrîşan de beriya 4 rojan li taxa Nûrê Huseyîn Paksoy ê 16 salî yê hate birîndarkirin ji ber êrîşan agahî jê nayê wergirtin. Ji ber ku destur nayê dayîn, nayê zanîn ka Huseyîn dijî yan na.
Zarokekî din birîndar bû
Ji ber topebarana li dijî taxa Şahê zarokê bi navê Mahbum Îcuz birîndar bû. Mahsum ê ku hate birîndarkirin, parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildiz bir Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Faysal bilêv kir ku rewşa Mahsum giran e û ji ber êrîşan birîndarên ku nikarin xwe bigihînin hene.
Cenazeyê Kaymaz hate wergirtin
Cenazeyê Mehmet Ridvan Kaymez ê ku li taxa Sûrê duh şevê di êrîşan de hate qetilkirin ji aliyê welatiyan ve hate wergirtin û birin nexweşxaneyê.
Li dijî taxên Nûr, Cûdî û Sûrê bi topên hewanê û tankan êrîş berdewam dike.
(at-ab-ma/zt)