Li Sêrtê cenaze bi erdê ve kaş kirin ji malan derxistin

14:16

JINHA

SÊRT - Şeniyên taxa Ulusê ku 5 kes ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin diyar kirin ku tîmên taybet piştî êrîşa bi bombe û çekên giran cenaze li erdê kaş kirin û ji malê derxistin.

Li Sêrtê tevî ku qedexeya derketina kolanê tune ye jî, bajêr ev demek dirêj e di bin dorpeça hêzên dewletê de ye û di 15'ê Çileyê de jî 5 kes di operasyona înfazê de hatibûn qetilkirin. Hêzên dewletê vê carê jî bi wesayîtên zirxî taxan dorpêç kir û dest bi serdegirtina malan kir. Tîmên taybet bi ser malên Hevserokê Navçeya Navendî ya HDP'ê Şukru Tîmurtaş, rêvebirê TUHAD-DER'ê Suleyman Tîmurtaş û xebatkarê Şaredariya Sêrtê Abdulbarî Selçuk de girtin.

'Cenaze bi erdê ve kaş kirin'

Li Sêrtê, di 15'ê çileyê de hêzên dewletê li Taxa Ulusê êrîşi maleke kirin û 5 kes qetil kirin. Li gorî nûçeya DÎHA yê welatiyên li Taxa Ulusê dijîn û bûn şahidê bûyerê têkîldarî qatlîama ku tîmên taybet pêk anîn axivîn. Jina bi navê Sakîne Şen got ku ew bi dengê çekên polîsan û gefên wan ji xew şiyar bûn. Sakîne diyar kir ku polîsan serê sibehê saet di 06.00'an de bi ser kolanê de girtine û wiha got: "Derdor gulebaran kirin û dijînên xwe li me kirin. Dema polîs me li ber pencereyê dîtin dijûnên zayendî li me kirin. Ne hiştin em serê xwe jî derxin û bibînin. Ji dengê bombeyan û tifingan zêdetir me tiştek nedît. Nehîştin em nêzîkî ber pencereyan bibin."

Sakîne da zanîn ku polîs ketin mala wan jî û ew ji malê derxistine û wiha berdewam kir: "Piştî ketin mala me û mala apê min, derbasî vê malê bûn. Hûn dibînin çi kirine. Heya êvarê jî pêvçûnê berdewam kir. Pêvçûn û dengê bombeyan nesekinî. Narincok diavetin avahiyê. Her nîv saetê bombe diavêtin û heya fîşekên wan xilas dibû gule dibarandin. Ne hiştin em nêz bibîn. Heta êvarê panzer li ber mala me sekinî û nehiştin em ji malê derkevîn." Sakîne got ku piştî dengê çekan kêm bû dîtiye ku polîsan 4 cenaze li erdê kaş kirine û ji malê derxistine.

Jina bi navê Hediye Aydan jî dest nîşan kir ku kesên hatin qetilkirin di nava cihê xwe de hatine qetilkirin û wiha got: "Ev tişt hovitî ye. Hovitiya bi vî rengê li kû derê hatiye ditîn. Erdogan neyarê me ye, em jî neyarê xwe ne. Yên ku bûne sebeb, bila ji xwedê bibînin."

Zînet Erdemîr a ku guleya polîsan li mala wê jî ketiye anî ziman ku ew bi dengê bombeyan hişyar bûne, polîsan mala tiyê wî jî gulebaran kirine. Zînet got ku ev tişta ku hatiye kirin nemisilmanî ye û ne xwedê ne jî ew van kirinan efû nakin.

(ozp/sa)