Gireva birçîbûnê ya malbatan di roja 17'an de berdewam dike

14:41

JINHA

AMED - Gireva birçîbûnê ya malbatan ji bo girtina cenazeyên zarokên xwe dayîn despêkirin di roja 17'an de berdewam dike. Her roja diçe rewşa tenduristiya endamên malbatan ên di gireva birçîbûnê denin giran dibe.

Navçeya Sur a Amedê ev 48 rojin dibin dorpêç û êrîşên dewletê de ye. Di êrîşan de cenazeyên Mesut Sevîktek (27) roj, Îsa Oran (20) roj, Ramazan Ogut (11) roj û Rozêrîn Çukur (17) rojin li kolanên Surê tên sekinandin. Malbat jî li hêmber vê bêmafiyê ev 17 rojin di gireva birçîbûneden in. Malbatên di girevê de çiqas diçe tenduristiya wan ber bi ne başiyê diçe. Malbatan gotin; "Heya cenaze zarokê me nedin em ê gireva xwe bernedin. Çiqas diçe êrîşên li ser Surê zedetir dibin. Malbatên 500 metre durî Surê gotin; "Em ji dengê topan nikarin di xanîyên xwe de runin û zarokên me jî di tirsin." Her dengê teqînê de dilê me teşê.

Her roj heya êvarî ziyaretên alîkariya malbatan berdewam dikin.

(dt/zt)