Nobete tenduristvanan di roja 26 de berdewam dike
16:15
JINHA
AMED - Tenduristvanan ji bo dorpêç û binpêkirina mafên tenduristiya welatiyan nobeta xwe bi durişma "Berxwedana sipî" di roja 26'an de berdewam dikin.
Li Sur, Silopî, Cizîr û gelek navçeyên dinê dorpêç û mafê mirovan yê tenduristiyê tê binpêkirin. Ji bo binpêkirina mafê welatiyan li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tenduristvan bi durişma "Li hember mirinê jiyan, li hember reş sipî" di roja 26'an de çalakiya xwe berdewam dikin.
Li qada nobatê li dora agir sohbet tên kirin û di aliyê mijarekê de form tên çekirin. Çalakiya tenduristvanan tevî şertên zivistanê jî berdawam dike.
(dt/zt)