Ji bo Sêvê Demir li Manisayê mewlîd hat dayîn

16:30

JINHA

MANİSA - Ji bo Endama Desteya Rêveberiya KJA û Endama PM ya DBP'ê Sêvê Demir a li Silopiya hatî qetilkirin li Salihliya malbata wê lê dijî mewlîd hat dayîn.

Ji bo yek ji jinên siyasetmendarên kurdên li Silopiya hatîn qetilkirin Sêvê Demir li bajaroka Sart a navçeya Salihliya Manisayê mewlîd hat dayîn. Di mewlîdê de li gel wêneyê Sêvê, wêneyên Pakize Nayir û Fatma Uyar ên bi wê re hatin qetilkirin, hatin hildan. Ji bo Sêvê lênûska bîranînan hat vekirin. Di mewlîda li nêzî mala wan ji bo Sêvê hatî dayîn de dua hatin xwendin, paşê jî dayîka Sêvê Sakine Dermir axivî. Sakine da zanîn ku ji bo cenazeyê keça xwe bigire çu Silopiya, lê li gelek deveran dan rawestandin, ezyet li wan kirin ji bo wê jî nekarîn cenaze bînin. Sakine destnîşan kir ku ji ber keça wê di doza rometê de jiyana xwe jidest daye ew xemgîn nebûye, li gel 3 saetan dibin berfê de jî maye weke biçe beheştê hestiyar bûye û wiha got: "Keça min çu beheştê. Serê me bilinde."

Sakine wiha domand: "Bi rometek mezin me cenazên xwe definkirin. Zarokên me bi ziman û pênûsa xwe tekoşînê dikin. Ji bo ku dilê dayîkan neşewite tekoşîn dikirin. Li gel vê hemû tekoşîna mirovî jî dewletê zarokên me qetilkirin. Ev jî li hember aştiyê îxanete."

Piştî xwendina mewlîdê bi belavkirina xwarinê bîranîn bi dawî bû.

(zt)