Nuran li ser milê jinan hate oxirkirin

17:19

JINHA

SÊRT - Cenazeyê gerîlaya HPG'ê Nuran Yuksekbag (Dorşîn Garzan) ku di 12'ê çile de li navçeya Qosera Mêrdînê di encama êrîşên hêzên dewletê de jiyana xwe ji dest da, li ser milê jinan hat oxirkirin.

Cenazeyê gerîlaya HPG'ê Nuran Yuksekbag (Dorşîn Garzan) ku di 12'ê çile de li navçeya Qosera Mêrdînê di encama êrîşên hêzên dewletê de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê hezaran ve hate defînkirin. Cenazeyê Nuran pîştî kar û barên otopsiyê ji Amedê hate girtin û ber bi Sêrtê ve xistin rê. Cenazeyê Nuran ji aliyê sedan kes ve li Tesîsa Çîçekê hate pêşwazîkirin û bi qonvoyeke mezin heya bajaroka Comaniyê birin. Dema ku cenaze kete gund ji aliyê leşkeran ve bê hincet hate rawestandin û fermandarê leskeran destur neda ku cenaze bikeve gund, bi deqeyan cenaze hate rawestandin. Parlamenterên HDP'ê yên Sêrtê Besîme Konça, Kadrî Yildirim, Hevşaredarê Sêrtê Tuncay Bakirhan, nûner û rêveberên HDP, DBP'ê, endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê jî di navê de hezaran welatî tevlî merasîma cenaze bûn. Piştî ku destûra derbasbûnê hat standin cenaze anî gund.

Nuran li ser milê jiyan hat oxirkirin

Pîştî wecbeyên olî jinan cenazê Nuran li ser milê xwe heya goristanê birin. Di meşê de pankarta li ser wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Fermandarê PKK'ê Mahsûm Korkmaz (Agîd) hate vekirin. Girseyê di meşê de bê navbere dirûşmeyên wek "Bijî Serok Apo", "Şehîd namîrin", "Ey şehîd rêya te rê ya me ye" û "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" berz kirin. Pîştî ku cenazeyê Nuran hate definkirin ji bo kesên di têkoşina azadiya gelê kurd de jiyana xwe ji dest dane rêz hate giritin û sîroda "Çarxa Şoreşê" hat xwendin.

'Bi salan ji bo azadiyê têkoşiya'

Pîştî ku cenaze hate definkirin birayê Nuran Abdulwahap Yuksekbag li ser navê malbatê axivî û got ku xuşka wî Nuran şehîdê azadiya gelê Kurdistanê ye.
Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Besîme Konça jî di merasîmê de anî ziman ku Nuran ji bo azadiya gelê kurd ev 13 sal e têdikoşe û canê xwe feda kiriye. Besîme got ku heya têkoşerên wek Nuran û rêhevalên wê hebin dê ev têkoşîn û berxwedan jî berdewam bike. Besîme diyar kir ku Nuran bi salane di çapemeniyê de xebîtiye û pîşt re berê xwe daya rêya azadiyê.

'Em ê têkoşina wê berdewam bikin'

Besîme sozda têkoşerên azadiya gelê kurd û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Cihan tev baş dizane ku dê Kurdistan bi destê jinê azad bibe. Ji ber jin pêşengê azadiyê ne. Rêheval Nuran ji pêşenga azadiyê ye û ligel canê xwe heya dawiyê ji bo azadiya gelê kurd têkoşiyaye. Em tev Nuran ji nêz ve nas dikin. Ew têkoşer û berxwederên gelê kurd bû. Em soz didin rêheval Nuran ku em ê têkoşina wê berdewam bikin."

Piştî axaftinan dua hatin xwendin û girse belav bû.

(ho/zt)