Ji bo teşhîsê dê malbata Huseyîn Paksoy biçin nexweşxanê

17:29

JINHA

ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê cenazeyê ku bi ambulansa Şaredariya Cizîrê ve ji taxa Nûrê hate wergirtin hate îdiakirin ku aydî Huseyîn Paksoyê 16 salî yê beriya 4 rojan hate birîndarkirin û li taxê dihat rawestandin e.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê cenazeyê welatiyekî ji aliyê hêzên dewletê ve hate qetilkirin bi ambulansa Şaredariya Cizîrê ve ji taxa Nûrê hate wergirtin û birin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Hate îdiakirin ku cenaze aydî Huseyîn Paksoyê 16 salî yê beriya 4 rojan ji aliyê hêzên dewletê ve hate birîndarkirin e.

Parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildiz ê der barê mijarê de agahî da got ku serê sibehê ambulans şandine cihê ku Huseyîn Paksoy birîndar bûye, ambulansê li wir cenazeyekî aydî zarokê di temenê Huseyîn daye birîye Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê û wiha got: "Me têkîldarî cenaze ji personelê ambulanê agahî wergirt. Eşqal dişibe yê Paksoy. Lê ji bo ku tam bê zelalkirin divê cenaze bê teşhîskirin." Faysal bilêv kir ku malbata Paksoy jî dixwaze biçe nexweşxaneyê û ev agahî da: "Malbat niha li cem me ye. Lê êrîş berdewam dikin. Ji ber ku me xwe negihandiye rayedaran em nikarin biçin nexweşxaneyê. Piştî hevdîtinê malbat dê biçe nexweşxaneyê û cenaze teşhîs bike."

Parêzera malbata Paksoy, Nuray Ozdogan beriya 4 rojan ji bo ku Huseyîn bibin nexweşxaneyê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dabû. DMME'yê serlêdana hate kirin nirxand û ji bo parastina jiyanê tedbîr bên girtin, biryar da.

(zt)