Mehmet û Emame gotin; 'Mala me li vêderê ye' û Cizîr ne terikandin

09:00

Filiz Zeyrek/JINHA

EDENE - Li Cizîrê Mehmet û Emame Şahin ên di mala xwe de hatin înfazkirin li gel temên xwe yê mezin jî Cizîr ne terikandin û gotin: "Zarokên me li vêderê tekoşînê didin, em axa xwe naterikînin."

Li Taxa Cudiya naveçeya Cizîra Şirnexê 4 rojan agahî ji Mehmet Şanhîn (78) û Emame Şahîna (75) salî nehatin girtin û dawiyê di mala xwe de bi awayek înfazkirî hatin dîtin. Du keçên wan tekoşîna wan a li ser axa wan vegotin. Hatice Acar (41) a li Taxa Sarihamzaliya navçeya Seyhana Edeneyê dijî diyar kir ku qatîlên dayîka wê û bavê wê polîs û yên fermana qetilkirina wan dayîne û wiha got: "Erdogan dayîka min û bavê min qetilkir. Ew du mirovên kalbûn, di payîza temenê xwe debûn. Çî ziyana wan ji bo kê hebû, ma di destê wan de çek hebû, yan jî tang û topên wan hebûn. Çawan ew qetilkirin, çawan bedenên wan ên kal û pîr parçe kirin. Hun kêfxweşbûn, yan jî çî bi destê we ket."

'Hun ne musilman qatîlin'

Hatice hêrsa xwe wiha anî ziman: "Hun qala misilmaniyê dikin dayîka min û bavê min heya êvarî nimêj dikirin û Quran dixwendin. Hun ne misilmanin hun qatîlin. Hun nikarin ji Ezraîl birevin, hunê çawan derkevin hizura Xuda. Heyî zalimîno dê heya ku ev hovîtiya we bidome. Ew der axa meye, hun kê ji ser axa wan derdixin, em qedîmên ser wê axêne. Hun ticarî nikarin bi qirkirinên xwe me biqedînin, emê aştiyê bînin ser vê axê."

Keça dinê ya Mehmet û Emame Hediye Kulja (55) jî destnîşan kir ku dayîka wê û bavê wê nexwestin dest ji axa xwe berdin û wiha domand: "Dayîka min û bavê min gotin; 'Zarokên me li vêderê şer dikin, em wan naberdin. Em ticarî ji ser axa xwe dernakevin. Ger hinek biçin, dê îşkalcî ji ser vê axê biçin. Em mala xwe naterikînin. Ger mirinek hebe em dixwazin li ser axa xwe bimirin. Em rojên dawiya temenê xwe naçin ti bajarên dinê. Bila em bi şeref û rometa xwe bimirin."

'Em û zarokên xwe ticarî tiştên hatine jiyankirin ji bîr nakin'

Hediye bilêv kir ku dayîk û bavê wê Mehmet û Emame ji bo neviyên xwe ew ji Cizîrê derxistin û wiha berdewam kir; "Em ji bo zarokên xwe yên biçuk hatin. Me ji ku dizanî dê wan li wê ser axa wan qetilbikin. Piştî rojan me bihîst ku roket li mala wan dane û ew di hêlîna wan de qetilkirine. Ew çiqas li wê man, çend rojan bedenên wan ên bê can wiha li erdê man. Ewana berê birîndarbûne paşê jiyana xwe ji dest dane, yan jî bi yek carê de hatine qetilkirin em nizanin. Heta destur nedan em cenazê wan jî bibînin. Cîranan dayîk û bavê me sipartin axê. Emê çawan vê êşê ji bîr bikin. Ne em ne jî zarokên me emê ticarî vê êşê ji bîr nekin."

(zt)