Çaglar Demirel: Dê berxwedana Sêvê, Pakize û Fatma bigihe serketinê

09:01

JINHA

ENQERE - Wekîla Koma HDP'ê Çaglar Demirel diyar kir ku di rêveberiyên cewherî de jin hedef tên girtin û got: "Bila ji bo Sêvêyan, Pakizeyan û Fatmayan deyînê me be. Dê tekoşîna wan bigihe serketinê. Em bi tekoşîna jina azad bersivê bidin hişmendiya deshilatiya mêran."

Li Bakurê Kurdistanê piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê Serokomar Recep Tayyip Erdogan û qurumayên wî şer dane îlankirin. Li hember gelê kurdê li hember zilmê rêveberiya cewherî îlan kirîn bi tang û topan dest bi êrîşên komkujiyan kirine. Ji 7'ê Hezîranê heya niha êrîşên ser rêveberiyên cewherî jin, zarok, kal û pîran qetildikin. Wekîla Koma HDP'ê Çaglar Demirel da zanîn ku hêza pêşengiya vê pêvajoyê jinin, herî zêde jin kedê didin û bi eşqa azadiyê xwe feda dikin.

'Dewlet ji jinan ditirse'

Çaglar destnîşan kir ku dewlet bi tang û topan êrîşî gelê xwe dike û polîtîkaya şerê navxweyî dide meşandin û wiha domand: "Hevalên me yên jin ku bi tevlîbûna jinan nava vê tekoşîna mafdar û rometê ya azadiya jinan û civakê bawerdikin û di serî de Sêvê Demir, Fatma Uyar û Pakize Nayir bi pêşengiya jinê di nava gel de cîh girtin. Xwestin bi înfazkirina siyasetmendarên jin tekoşîna azadiya jinê înfaz bikin. Guleya ku dixwazin li tekoşîna azadiya jinê bidin, li demokrasiyê dixin. Weke komkujiyên Paris û Silopiya. Li aliyê Tirkiyê jî bi heman şêweyî ji ber ku ji hevalên me jinên siyasetmendar tirsiyan înfaz kirin.

'Emê berxwedanê mezin bikin bigihînin serketinê'

Çaglar wiha berdewam kir: "Yên ku bedena Ekin Wan li erdê raxistin xwestin darbeyekê li tekoşîna jinan bidin. Em weke jin û bawermendên tekoşîna azadiya jinê ew bedena me hedef bigirin û hewil bidin bedena me parçe jî bikin emê dest ji tekoşîna jinê bernedin. Emê zêdetir vê tekoşînê mezin bikin û bigihînin azadiyê. Dewlet bi heman hişmendiyê jinan hedef digire, ji ber ku ji tekoşîna azadiya jinan ditirsin. Jin pêşengê jiyanê û xala herî zindiya civakê ye. Di refên pêş yên berxwedanê de jin cîh digirin."

'Bila ji bo Sêvêyan, Pakixeyan û Fatmayan deyînê me be'

Çaglar bilêv kir ku ew jin li hemberî komkujiyan tekoşînê didin û weke KJA bi tekoşîna azadiya jinê bawer dikin û dê bigihînin serketinê û wiha dom kir: "Gotinek heye; Dibe ku hun bikarin kulîlkan biqetînin, lê hun nikarin hatina biharê asteng bikin. Dibe ku di nava vê pêvajoyê de me ji hevalên me biqetînin, lê ew nikarin girêdana me ya tekoşînê biqetînin. Bila ji bo Sêvêyan, Pakizeyan û Fatmayan deyînê me be, tekoşîna wan gihandina azadiyê. Emê bi tekoşîna azadiya jinê bersivê bidin hişmendiya deshilatiya mêran. Emê parastina cewherî hîn zêdetir mezin bikin. Emê bîrnanînên hevalên xwe bidin jiyandin."

(zt)