Li ABD yê ji bo jinên di nêçîra cadiyan de hatine qetilkirin bîrdarî tê çêkirin
09:04
JINHA
NAVNEDA NÛÇEYAN - Li ABD yê dîroknasan cihê darvekirina bi dehan jinên di nêçîra cadiyan de hatine qetilkirin dîtin. Li devera di sala 1692'an de jin lê hatine darvekirin biriyara bibe cihê bîrdariyê hat girtin. Beriya niha jî dîroknasan du car ew biriyar girtibû, lê yên dixwestin bûyerê bidin jibîrkirin biriyar asteng dikirin.
Li bajaroka Salem a bajarê Botstonê ABD yê ji bo jinên bi îdiaya cadîne hatine qetilkirin dîroknas demdirêje xebatan dimeşînin. Ji encama lêkolînên demdirêj ser name û belgeyan ketine rê dîroknasan devera weke "Proctor'un Cıkıntısı" derbasdibû dîtine û dê li wê bîrdariyê çêkin. Nêçîra cadiyan a despêkê li bajaroka Salemê despêkirî di serî de malbata Proctor bûne mexdurê wê. Di belgeyan de tê dîtin ku di sala 1692'an de bi sucdariya "cadi" bûnê 19 kes li "Proctor'un Cıkıntısı" ê hatine darvekirin.
'Du car biriyara bîrdariyê hatiye asteng kirin'
Ji sala 2010'an heya niha dîroknas li cihê digeriyan piştî lêkolînên pênc salan dîtin. Lêkolînvan ji nameyên wê demê hatine nivîsîn ketin rê û ji wêneyên di hewa de hatîn kişandin cîh peyda kirin. Ji lêkolînvanan Profesorê Zanîngeha Dewletê ya Salemê Emerson Tad Baker got: "Li vê herêmê dîrok bi awayê perçiqandî tê hîskirin, li Salemê berpirsiyariya dîrokê tê zanîn. Du car biriyara devera bi navê nêçîra cadiyan jin lê hatine qetilkirin bibe bîrdarî, lê her carê yên dixwestin bûyerê bidin jibîrkirin astengî çêdikirin. Di dawiyê de nasîna vê herêmê ji aliyê şaredariyê ve gelek başe."
Şaredarê Salemê Kimberley Driscoll jî got: "Ev parçeyek ji dîroka me ye, divê em vê bîrdariyê çêkin. Çêkirina vê bîrdariyê tê wateya li hember tiştên dibin û bûyîn dirist nêzbûne."
(cm/zt)