Konferansa KPC'ê bi dawî bû

11:06

JINHA

KOBANÊ - Konferansa KPC'ê bi diruşma "Bê ziman jiyan nabe" bi dawî bû.

Konferasna 1'emîn Komîteya Perwerdeya Civaka Demoqratîk (KPC-demokratîk) li Kantona Kobanê bi girtina biryarên giring dawî bû.
Di konfiransa du rojan berdewam kir de mamostayan nirxandin û pişniyariyên xwe ji bo Pêşnûmaya biryarên Komîta Perwerda Civaka Demokratîk a Kantona Kobanê kirin.

Biriyarên di konferansê de hatin girtin wiha ne;

"*Di nava du salan de dê akademî bên vekirin.
*Dê di her taxê de baxçê zarokan bên çêkirin.
*Ji bo mamostayan koperatîfa aboriyê vedibe.
*Ji bo mamostayên Kobanê mala mamostayan bê vekirin.
*Di betlana havînê de hemû mamoste tevî perwerdeyan bibin û fonê wan neyê sekinandin.
*Komisiyonek were avakirin li ser sîstema perwerdeya demokratîk lêkolîn bike û encamê wê bi gihîne tevahî mamosteyan.
*Li her sê xetên kantona kobanê peyîmangehek amadekirina mamostan were vekirin.
*Hemî peyîmangeh li kobanê di sala 2017 an de sîstema wan bibe du sal li gor rewişê
*Li kaniya kurdan, muştenûr û miktelê dibistan werin vekirin.
*Her sê mehan carê koverekê ji mamostan re çêkin.
*Her akadimiyek û peyîmangehek pirtûk xaneyeke kurdî vekin.
*Şagrtên ku tevilî ekadimiyan dibin piştî dibin mamoste wê salekê xebatê li gundan bikin.
*Komîteyeke di havînê de were avakirin ji bo serdana dibistanan û dibistanê zerar dîtine sererast bikin.
*her dibistanek bi însiyatîfa xwe serê sibehê duruşmeyekî sibê amade bike."

Konferans bi duruşma "Bê ziman jiyan nabe" bi dawî bû.

(rê/zt)