Li Dêrikê hevserokên navçeyê jî di navê de 13 kes hatin girtin

11:31

JINHA

MÊRDÎN - Li navçeya Dêrikê di serdegirtinên malan de Hevseroka HDP'ê ya Dêrikê Rojîn Durmaz, rêveberên HDP û DBP'î û endamên meclîsa şaredariyê jî di nav de hene 13 kes hatin binçakirin.

Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê tîmên taybet û cendirmeyan bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinan de deriyên malan hatin şikandin û lêgerîn hatin kirin. Di encama lêgerînan de Hevseroka HDP'ê ya Dêrikê Rojîn Durmaz, rêveberên navçeyê Ersîn Bedîrhanoglu, Sudan Erol, endamên meclîsa şaredariyê Cengîz Temellî, Mahmut Aktaş, Tahîr Adal, Halît Kayan, xebatkarên şaredariyê Salîh Aydin, Şeyhmuz Ata û welatiyên bi navê Vezîr Yaşar, Sabrî Komurcu, Ozlem Bahçecî û M. Alî Bahçecî hatin binçavkirin. Hate hinbûn ku gelek kesên ku der barê wan de bi hinceta biryara girtinê hene, ji ber ku ne li malên xwe bûn nehatin binçavkirin. Di serdegirtinan de deriyên malan hatin şikandin û mal hatin serobinokirin.

13 kesên ku sedema binçavkirina wan nehat hinbûn birin Midûriyeta Polîsan a Dêrikê û Fermandariya Cendirmeyan a Dêrikê.

(zt)