Huseyîn Paksoyê AİHM'ê ji bo wî biriyara tedbîrê girtî jiyana xwe ji dest da

12:23

JINHA

ŞIRNEX - Li Cizîrê sekvanan welatî hedef girtin yek jê zarok 3 kes birîndar kirin. Yên ji bo girtina cenazeyan diçin tên gulebaran kirin. Cenazê Mehmet Kaplan ê duh hatî qetilkirin hîna li erdê ye. Huseyîn Paksoyê 16 salî AİHM'ê ji bo wî biriyara tedbîrê girtîn û 4 rojan birîndar mayî jiyana xwe jidest da.

Malbata Huseyîn Paksoy ê 16 salî ku 14'ê çile li Taxa Nura Cizîrê birîndarbûyî û 4 rojan li benda rakirina nexweşxanê mayî jiyana xwe jidest da cenazê wî teşhîs kir. Cenazê Huseyîn ê duh rakirin Nexweşxana Dewletê ya Cizîrê îro şandin Nexweşxana Dewletê ya Şirnexê. Ji bo teşhîskirinê malbata Huseyîn ji Qilabanê hatin Şirnexê. Birayê Huseyîn Mesut Paksoy diyar kir ku cenaze yê birayê wiye.

Ji ber gulebaranê abolans paşde çubû!

Destur nadin abolansên girêdayî Wezareta Tenduristiyê têkevin hindirê taxan. Piştî Huseyîn Paksoy birîndarbûyî 2 rojan abolansa Şaredariya Cizîrê ji kete hindirê taxê, lê ji ber êrîşên zêde nekarî baş lêgerînê bike neçar ma paşde vegeriya.

Serî li AİHM'ê dan

Ji bo girtina Huseyînê birîndar ji nava kolanê parêzera malbatê Nuray Ozdogan serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrupayê (AİHM) ê da. AİHM'ê ji bo binpêkirina mafê jiyan û tendurisiyê yê Huseyîn biriyara tedbîrê da.

Welatiyê bi navê Orhan Tunç birîndar bû

Li Cizîrê êrîşên qirkirina nijadî di roja 37'an de berdewam dike. Orhan Tunç ji ber 5 rojin ji birayê xwe Mehmet Tunç nagire derket derve li ser Cadeya Omer Hayyam hat gulebarankirin û birîndar bû. Destur nayê dayîn kes Orhanê 20 sali yê birîndar ji kolanê rake. Ji duh heya niha ji bo rakirina Orhanê birîndar destur nayê dayîn abolansa ayîdê şaredariyê têkeve nava taxê.

2 kesên dinê jî birîndar kirin

Li Taxa Cudî sekvanan yek jê zarok 2 kesên dinê jî birîndar kirin. Desturê nadin birîndar ji kolanê bên rakirin, welatiyên xwestin birîndaran rakin hatin gulebaran kirin.

Ji gundên derdorê topên hewanê didanin

Tang li ser deverên ser navçeyê serwer bicîh kirin, ji wan deveran de navçeyê topbaran dikin. Ji ber topbaranê li Taxa Cudî di malan de agir derket. Ji bo vemirandina agir ekibên şaredariyê yên agir vemirandinê ketin nava taxê.

Cenazê Mehmet Kaplan jî hîna li erdê ye

Li Taxa Cudî Mehmet Kaplanê berî 2 rojan hatî qetilkirin li nava taxê ye ji ber êrîşên giran welatî nikarin rakin.

(at-ab-ma/zt)