Bi malbatên di greva birçibûnê de ne nîşana nexweşîyan destpêkir

13:09

JINHA

AMED - Gireva birçîbûnê ya malbatan ji bo girtina cenazeyên zarokên xwe dayîn despêkirin di roja 18'an de berdewam dike. Pispor bijîjkê hinavan Halis Yerlikaya diyar kir ku ji ber birçibûnê nexweşîyan destpêkirine û daxwaza malbatan neyên guhdar kirin dê tenduristîya wan xetere bibe.

Li Sûrê 49 rojin dorpêç û êrîş berdewan dike. Cenazeyê Mesut Seviltek û İsa Oran 28 roj, Ramazan Ogut 21 roj û cenazeyê Rozerin Çukur ji 12 rojin teslîmî malbata wan nebûye. Malbatên ji bo girtina cenazeyan li Şaxa ÎHD'a Amedê 18 rojin di gireva birçibûnê denin. Bi taybet tenduristîya dayîk aliyê nebaşiyê de diçe, bijîjkê her roj li tenduristîya malbatan dinêre diyar kir ku rewşa wan her diçe xirab dibe.

'Ji bo cenazeyê xwe definbikin ketin gireva birçîbûnê'

Ser navê Odeya Bijîjkan a Amedê û SES pispor bijîjkê hinavan Halis Yerlikaya diyar kir ku tenduristîya malbatan her roj bi nîzamî kontrol dikin û wiha axivi: "Gireva birçibûnê a malbatan di roja 18'an de berdewam dike. Ji bo ku cenazeyê xwe definbike malbat ketine gireva birçibûnê, ev tişt dervê mirovahiyeyê."

'Gireva birçibûnê berdewam bike encam nebaş bibe'

Pispor bijîjkê hinavê Halis destnîşan kir ku mirov gireva di birçibûne de bimine nexweşi derdikeve holê, bi malbatan re nexweşiyên derûnî destpêkirine. Halis bilêv kir ku li gorî roja berê qels bûn û ketina tansiyonê zêde bibe û wiha dom kir: "Me fêm kir ku malbat heta ku cenazeyê xwe negrin di gireva birçibûne de israr dikin, ji ber vê daxwaza malbat bilez binin cî. Bi taybet bê tiştê vexwarîn encam xırab bibe. 18 roj demekî dirêje û ji bo nexweşiyên derbikeve ev dem bese."

(du/zt)