Ji bo Gerilaya YJA Star Nuran Yuksekbag taziye hat danîn

14:21

JINHA

SÊRT - Ji bo Gerilaya YJA Star Nuran yuksekbag a ku li navçeya Qoserê di operasyonekê de hate qetilkirin li Sêrtê mala şînê hate danîn.

Malbat û MEYA-DER'ê ji bo Gerilaya YJA Star Nuran Yuksekbag (Dorşîn Garzan) a di 12'ê çileyê de li navçeya Qoserê ya Mêrdînê di serdegirtina malan de ji aliyê tîmên taybet ve hate qetilkirin mala şînê hat danîn. Bi sedan welatî çûn serdana mala şînê ya li bajaroka Comanî ya navçeya Hawêl a Sêrtê. Parlamenterê HDP'ê Kadrî Yildirim, rêveberên HDP û DBP'ê, rêveberên MEYA-DER'ê, Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Sêrtê, hevşaredara Sêrtê Belkiza Beştaş Epozdemîr û gelek welatî çûn sersaxiyê. Li cihê sersaxiyê posterê Rêberê PKK'ê Abdullh Ocalan û Nuran hatin daliqandin.

Kesên çûn sersaxiyê diyar kirin ku Nuran şehîda hemû Kurdistanê ye.

(zt)