Li Nisêbîne bazara keda destê jinê vedibe

15:13

JINHA

MÊRDÎN - Li navçeya Nisêbîn Mêrdînê projeya Bazara Keda Destê Jinê li ber qedandinê ye. Bazara ku dê di rojên pêş de bê vekirin despkêkê dê bide jinên şidet dîtine.

Şaredariya Nisêbîn a Mêrdînê destnîşananek avêt binê rêgezek dîrokî û pirojeya Bazara Keda Destê Jinan pêşxist. Bazara Keda Destê Jinan a li Taxa Yeşîlkentê wê di demek kin de bê vekirin dê keda destê jinan pêşkêş bike. Jin wê tiştên ku bi destê xwe çê bikin û tiştên wek fêkiyên bê derman wê bên firotin. Ji bo keda jinan were dîtin û jin tevlî nava karên civakî bibe ev gavek giringe.

Wê ev bazar ji malbatên aboriya wan ne baş û jinên ku şîdet dîtin re bibe alîkariyek baş. Hadefa yekemin rêxistinkirina jinane. Dê tiştên bi keda destê jinan tê çêkin li nava bazarê bên firotin.Wê fekî û cil jî bên firotin.

(dt/zt)