Li Kobanê Xelîl û Peyîman bi girseyî hatin oxirkirin

18:07

JINHA

KOBANÊ - Welatiyên Kobanî cenazeyên Şervanê YPG'ê Xelîl Hemze û Şervana YPJ'ê Peyman Kobanê ku di şerê li beramberî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabûn bi merasîmek girseyî li goristana Şehîd Dîcle spartin axê.

Bi sedan welatiyên bajarê Kobanê 2 şehîdên xwe Xelîl Hemze û Peyman Kobanê ku beriya 2 rojan di şerê li hember çeteyên DAIŞ'ê de li nêzîk Pira Tişrînê jiyana xwe ji dest dabûn bi mearsîmek girseyî sipartin axê. Welatiyên Kobanî bi durûşme û rakirina alan berxwedaniya şervanan silav kirin. Piştî konvo gihîşt goristana Şehîd Dîcle bi sedan kes li wir kom bûn û cenazeyên şervanan li ser milan heya gorê hilgirtin. Meresîma leşkerî ji bo şervanan destpê kir. Piştî merasîmê fermandaraYPJ'ê Engîzek Nurhaq, di derbarê berxwedana Rojava de nirxandin kir.

Piştî karên definkirinê welatî bi diruşmeyên "Şehîd namirin" ji ser goristanê belavbûn.

(ze/zt)