Çalakiya piştgiriya ji bo Surê di roja 29'an de berdewam dike

18:22

JINHA

AMED - Ji bo ku balkişendina ser dorpêçan li taxên Lalebey û Îskenderpaşa çalakiyên nobetê berdewam dikin.

Li navçeya Sur a Amedê 49 rojin dorpêç û qadexe ya derketina kolanan lê berdewam dike. Ji bo piştgiriya Surê Meclisên Taxên Lalebey û Îskenderpaşa çalakiya nobetê berdewam dikin. Nobeta 29 rojin berdewam dike, bi peşengiya rexistina DBP û HDP Amedê didome. Îro jî rêxistina Bismil a Erxanî nobet dewr girtin. Îro jî bi şev ji bo piştgiriya Surê wê gelê Amedê berxwedana Surê bi meşa meşaleyî slav bikin.

Dorpêça hêzên dewletê li ser Surê bi çekên giran û top baran bê navber berdewam dikin.

(dt/zt)