Di nava şaredariyên Rojava de xebatên jinan
09:00
Gulîstan Bekir/JINHA
HESEKÊ - Rêvebera Şaredariya Hesekê Muhabad Sado di derbarê xebatên jinan nava Şaredariya Hesekê de wiha axivî: "Di aliyê aborî de jî ji bo pêşxistina aboriya jinan biryar heye gelek xwaringeh, kafeterya, bazar û dukan ji jinan re werin vekirin. Dîsa me biryar girt dukanên cilên gelerî yên Kurdî saz bibin û yek ji pêwîstiya din a civakê sînema ye sînema bên avakirin."
Di 8'ê çileyê de Konferasna jinên xebatkarên şaredariyan li Girgê Legê hat lidarxistin û di 9'ê çileyê de bi dawî bibû. Xebatkarên jinên nava şaredariyên Rojava weke hemû qadên jiyanê pêşengiyê dikin. Di derbarê xebatên jinan di nava Şaredariya Hesekê de Rêvebera Şaredariya Hesekê Muhabad Sado
nirxandin kir.
Muhabad da zanîn ku ji bo hêza jinan di nava xebatên şaredariyan de zêdetir bi awayê rêxistinkirî bê dîtin di serê mehê de wan konferansa jinên xebatkarên nava şaredariyan çêkiriye û wiha domand: "Di konferansê de qanûnên taybet girêdayî buroyên jinan ên şaredariyan hatin erêkirin, rêzikname hate sererastkirin û plansazî ji bo pêşerojê hate derxistin."
Muhabad di derbarê aliyê perwerdeyên îdeolojîk de jî wiha axivî: "Ji bo perwerdeyên îdeolojîk, tendurûstî, ekolojî û perwerdeyên li ser pêşxistina aboriyê, di kêleka van de biryar ji bo vekirina pirtûkxaneyeke taybet ji jinan re hate girtin. Di aliyê rêxistinî de jî di konferansê de hate xwestin ku hevkarî û hevbeşiya bi Yekîtiya Star re were zêdekirin û nêrîna Yekîtiya Star di pêşniyar projeyan de esas were girtin.
Muhabad di derbarê şînkirina bajêr û xebatên jinan ên aboriyê de jî wiha berdewam kir: "Me ji bo hêşînkirinê biryar girt ku darên fêkî biçînin. Her wiha ji bo pêşxistina çanda werzîş û tendurûstiyê biryara avakirina cihên avjeniyê yên taybet ji bo jinan û zarokan li hemû deveran hate stendin. Ji bo pêşîgirtina nexweşiyan biryar hate girtin ku perwerdeyên tenduristiyê li hemû şaredariyan werin vekirin. Pêşxistina hişmendiya jinan û welatiyan di xweparastina ji nexweşiyan girîng e. Her wiha di aliyê aborî de jî ji bo pêşxistina aboriya jinan biryar heye gelek xwaringeh û kafeterya werin vekirin. Bazar û dukan ji jinan re werin vekirin. Dîsa me biryar girt dukanên cilên gelêrî yên Kurdî saz bibin û yek ji pêwîstiya din a civakê sînema ye.
Muhabad mijarên di aliyê qanûnî de jî cîhgirtina jinan wiha anî ziman: "Hin qanûnên jinê hatin nû kirin, ji wan qanûnan yek jî ew bû ku sîstema hevseroktiyê di hemû beşên şaredariyê de pêk bê. Her wiha ji sedî 50 xebatkarên şarederiyê jin bin. Em ji dema konferansê heya niha li ser van biryaran kar dikin, ji bo em wan pêkbînin. Di serî de em dixebitin jinên di bûnyeya şaredariyê de perwerde bikin. Piştre em ê li ser asta hemû jinên di civakê dekar bikin. Ji bo Aborî jî em ê di yekemîn pêngavê de xwaringehekê vekin. Emê perçeyek erdê şaredariyê amade bikin û emê li wir dar biçînin. Lê hîna pir kar û biryar li pêşiya me hene. Divê em jin di her barî de bi hev re biryarên xwe pratîze bikin."
(zt)