Li Derê Avê jin li dora Dengbêj Xecê dicivin

09:02

Zeynep Durgut/JINHA

COLEMÊRG - Li Gundê Derê Avê jin li ber denê Dengbêj Xecê dicivin karê xwe yên rojane dikin. Dengbêj Xecê bandora jiyana rojane li ser kilamên wan ên dengbêjiyê wiha anî ziman: "Niha êrîşên ser Kurdistanê herî zêde me jinan bandor dike û dihêle em wê hestiyariya xwe bidin kilamên xwe. Me jinan tu car li hemberî zilma dewletan serê xwe ne tewandiye, em tu car jî serî natewinin."

Li gundê Derê Avê yê Colemêrgê hemû zelalî û bedewiya xwezayê di nava sitiranên Dengbêj Xecê de hatine hunandin. Di nava gund de yên Denbêj Xecê nas nekirî û dengê wê yê xweş guhdar nekirî nîne. Jinên gund li dora Dengbêj Xecê dicivin çayîdanê xwe yê çayê didin kêleka xwe her yek di destê wan de tiştek heyî li ber sitiranan çêdikin. Dengê Xecê tamek cuda dide sehbeta jinên gund.

Dengbêj Xecê diyar da zanîn ku Dengbêjî ji Dapîr û Bapîrên wan ji bo wan wekî mîrasek maye û yên ku li vê mîrasê xwedî derkevin ji bi taybetî jinên Dengbêjin û wiha axivî; "Bi rastî ez karim bêjim ku ez bi gotina klaman hestên xwe dînim ziman. Weke ku hûn jî dibinin niha her çar aliyê Kurdîstanê ji aliyê hêzên deshilat ve tê bomberan kirin û bi hovane komkujiyan pêk dînin. Niha ez ji hez dikim li hemberî vê zilmê serê xwe rakim û bi denbêjiya xwe bibim bersiv. Ji ber ez difikirim ku herî zêde dengbêjî ji bo rojên wiha dîrokî giringe."

'Me jinan ticarî li hemberî ti deshilatan serî netewandiye'

Dengbêj Xecê cihê dengbêjên weke Eyşe Şan û Meryem Xan di dîroka çand û hunera kurdan de bibîrxist û wiha domand; "Divê çand û hunera me kurdan bi dengbêjiyê xwe bide hîs kirin. Ji ber gelek bi çand û hunera xwe heye. Çanda civakê rastiya wê civakê nîşan dide ji bo wê jî divê em li çanda xwe biparêzin. Em jin hemû kêfxweşî û xemgîniyên xwe bi rêya kilaman tînin ziman. Niha êrîşên ser Kurdistanê herî zêde me jinan bandor dike û dihêle em wê hestiyariya xwe bidin kilamên xwe. Me jinan tu car li hemberî zilma dewletan serê xwe ne tewandiye, em tu car jî serî natewinin. Pêşeroj dê bi tekoşina me jinan bê avakirin. Dewlet tu car nikarin hêz û vîna gelê kurd têk bibin."

(zt)