Mamostayên Başur: Emê dibistanan boykot bikin

09:03

Şengar Biradoxt/JINHA

SLÊMANÎ - Mamostayên Başur di derbarê kêm kirina muçeyên mamostayan de gotin: "Bi tiris û gefxwarinê mamosta ji çalakiya nobetê dur xistin. Lê emê serê xwe li hemberî kesê netewînin. Ger wiha bidome emê dibistanan boykot bikin."

Hikumeta Başurê Kurdistanê 5 mehin muçeyê mamostayan nade û mamostayan li hember wê helwesta wan çalakî hatin li darxistin. Niha jî hikumetê biriyar deye ku muçeyê mamostayan nîvî bike, ev jî bi xwera rewşek aloz anî. Mamostayan biryar dane ku carek din dibistanan baykot bikin û serî li biriyarî wiha netewînin. Mamosta Taniya Ebdulqadir di derbarê mijarê de axivî.

Mamosta Taniya Ebdulqadir di derbarê helwesta hikumeta Başurê Kurdistanê de wiha axivî: "Sedema sereke ya qirîzên Başurê Kûrdistanê dewletên Tirkiyê û Îranin çûnkî deshilata Başurê Kurdistanê jî hevkarî kirinê zêtir tiştek din jêre nemaye. Partiyên siyasî bûne perçeyek ji van dewletan. Li vê jî dixwazin bi birçî bûn çavê gel bi tirsînin. Em bawer nakin ne hikumeta navendî ya Îraq ne hukumeta Başûrê Kurdistanê îmkanê wan ne be ku muçeyê mamostayan nadin."

'Vîna mirovan li ber çavan nagirin'

Tanya destnîşan kir ku rewşa perwerdê her diçe xirab dibe, vîna mirovan nayê nasînî û wiha domand: "Di her welatekî de lawaziya perwerdê tê wateya tunebûyîn û şikista civakan. Bi taybet dixwazin wezareta perwerdê û hînkirinê bê bandor bikin ev siyaseteke li ser civakê tê meşandin, hesabên demdrêj tên kirin. Ji bo vê jî roj bi roj rewşa civkê tevlîhevtir dibe. Jiyan pir zehmet bûye. Rojane jin, mamoste, xwendevan, parêzer tên kûştin kes nine hesabê ji kesî bi pirse. Ji bo bêdeng kirina îradeiya azad derbe li çalakvanan hat xistin. Hijmarek zêde mamoste berdewam di nav çalakiyan de bûn. Ji bo wan bêdeng bikin pir partiyên siyasî ketin tevgerê. Bi tiris û gefxwarinê mamosta ji çalakiya nobetê dur xistin. Eger bi rastî partiyek gel hebûya wê hisabê ji hikumetê bi xwesta. Wê jêre bi gota bi sekine."

'Em doza mafê xwe dikin'

Mamoste Şemam Semed biriyara hikumetê wek heqartek li hember mamosteyan nirxend û got: "Berî gel rabe û raperîn bike ez ji deshilatdaran dixwazim dest ji kar berdin. Em tiştek pir zêde naxwazin wek mamosteyên cîhanê em jî mafê xwe dixwazin. Em bi qasî ku xizmet ji civakê re dikin dixwazin bi heman şêweyî mafê xwe jî bigirin. Ev tunekirina pêşeroja civakêye. Me berpirisên bi vî awayî perwerde nekirbun. Birçîbun harbûnê bi xwere tîne, hikumet dinav xwede hilweşiya ye. Ji bo vê jî di xwazin bi van siyasetan hebuna pergala xwe bidin domandin. Tenê zagon ji bo gelê hejar derbaz dare. Ji bo vê jî pirsgrêkên civakî gihiştin vê astê. Ji bo wê ew qas jin tên kuştin bê ku sedem û suçdar bên aşkere kirin."

(zt)