'Jinên li pêşiya tangan bi tilîliyan li ber xwe didin dê li hember zilmê serkevin'

09:04

Delîla Bagok/JINHA

DÊRIK- Dayîkên bajarê Dêrikê derbarê siyaseta dagirkeriya dewletê tirk a li hember bakûrê Kurdistanê de nirxandin kirin û bertekên xwe anîn ziman. Jinan wiha gotin, "Jin pêşengiya berxwedana bakûrê Kurdistanê kir û têdikoşe. Ji ber vê şoreşa bakûr wê bi rengê jin navê xwe li dîrokê binvîsinin."

Piştî îlankirina xwerêveberiyên li bakûrê Kurdistanê, hikûmeta AKP'ê û hêzên dewletê li hember gel şer dagirkirin û qirkirinê dan despêkirin. Li gelek bajar û navçeyên bakûrê Kurdistanê qedexe û dorpêça hêzên dewletê ya li hember gelê Kurd pêk tê. Bi rojan cenaze li kolanan tên girtin û pêdiviyê jiyanê li welatiyan tê birîn. Li hember konsepta şer yê hikûmeta AKP'ê vê carê bertek ji jinên bajarê Dêrikê a Kantona Cizîrê hat. Jinan êrîşên hember jin û zarokan bi tûndî şermezar kirin û gotin dê berxwedana gel bi ser bikeve.

'Jin di nava şoreşê de berxwedanek dîrokî nîşan daye'

Dayîka bi navê Lema Abdullah diyar kir ku li bakûr dayîk hember tang û topê dewletê bi tilîliyên xwe berxwedidin û wiha got, "Bi têkoşîn û berxwedana dayîkan zilma hêzên dewleta tirk dê têk biçe. Ji dîrokê heya niha jin bi serhildaniya xwe yê li hember hêzên dagirker tê nasîn. Bi berxwedana Rojavayê Kurdistanê re me pêşengiya jina Kurd yê li hember êrîşên hovane dît. Ji bo tevahî cîhan jî bû mînaka jiyanê." Lema da zanîn ku dewleta tirk dixwaze bi qirkirinê vîna jin bişkîne û wiha domand, "Ji hêza jinên Kurd ditirsin ji ber vê êrîşê jinan dikin. Bi kuştin û qetilkirinê ew ê nekaribin jin têk bibin. Dewleta Tirkiyê zarokan, jinan û kesên sivîl wek terorîst nîşan dide, lê pir eşkere ye ku ew bixwe terorîst e. Ji ber gel qir dike. Komkujiyan pêk tîne. Lê em wek dayîk bi bawerin ku çawa berxwedana Kobanî bi serket, dê gelê me li Bakurê Kurdistanê jî biser bikeve û ez bangewaziya jinên cîhanê dikim ku li hember vê şîdet û qetlîama ku li ser jinan ji hêla dewleta Tirkiyê ve pêk tê, bêdeng nemînin."

'Erka pêşengtiya jin ser milê jinê ye'

Dayîka bi navê Nezha Şelal jî wiha got, "Şoreşa ku tê de jin tine be ew şoreş bi ser nakeve. Lewma jin divê piştgirî bide zarokên xwe yên berxwedêr. Ji wan re pêşengtiyê bike û civaka xwe ber bi azadiyê ve bibe. Em ê wek jin li ber xwe bidin û em li pişta gelê xwe yê Bakûr in. Sînor ticar navbera me qut nake. Em vê şîdeta ku li ser gelê Kurd li Bakur çêdibe şermezar dikin."

'Jinên Kurd bi hev re dikarin serkevin'

Dayîka bi navê Hediye Resûl jî di derbarê êrîşên hember gelên Kurd de wiha got, "Jina Kurd bi raman û felsefeya Rêber Apo xwe naskir û pêşket. Niha jin pêşengtiya her tiştî dike. Jin ji zilam bêtir kar dike û xwe pêşdixîne. Ji bo wê jî dijmin ji hêza jina Kurd ditirse. Em wek jinên Rojava dibe ku sînor hebin lê belê ev nabe asteng ji bo piştgiriyê me. Em ê herdem piştgirî dibin gelê xwe yê bakûrê Kurdistanê. Têkoşîna jinan yê hevpar dê êrîşan vala derbixe."

(rc)