Li Pakistanê zarokên bûn mexdurê îstismara zayendî 'dad' xwestin

09:13

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Pakistana dem dem îstismara zayendî ser jin û zarokan tê dîtin berî 6 mehan 20 zarok ji aliyê çeteyan ve rastî îstismara zayendî hatin. Piştî ku bûyer di çapa cîhanê de hat bihîstin 17 çete hatin binçavkirin, zarokên deruniya wan têkçuyî jî gotin; "Tenê daxwaza me dade."

Li Pakistanê 20 zarokên berî 6 mehan ji aliyê çeteyan ve hatîn revandin rastî îstismara zayendî hatin. Çeteyan vîdeoyên zarokan kêşane û weke şantaj li hemberî wan xebitandine. Li gel giliyê malbatan jî polîsên Pakistanê di derbarê girtina çeteyan de ti agahî nedane. Piştî ku bûyer di raya giştî de hat bihîstin rêxistinên civaka sivîl û aktîvîstan di derbarê bûyerê de nerazîbûn nîşan dan û di raya giştiya cîhanê de dest bi çalakiyan kirin. Li ser zêdebûna bertekan polîsên Pakistanê 20 çete girtin binçavan. Li gel îfadeyên li emniyetê jî ji 20 çeteyan 17 girtin û 3 jî bi kefalet serbest berdan.

'Tenê daxwaza me parastina dadê ye'

Li Pakistanê ji ber taboyên civakî piranî îstismarên zayendî veşartî dimîne. Lê bûyera îstismara zayendî li 20 zarokên hatî revandin kirinê ji malbatên wan re hatin gotin. Zarokên deruniya wan nebaş diyar kirin ku tenê daxwaza wan hebûna dadê ye. Ji zarokan Îrfan ê 16 salî diyar kir ku ji ber tindiya derdorê ji bo ji nû ve xwe li jiyanê bigirin hêvî ghelek kême û wiha domand: "Dema ku hevalên min jî li min dinêrin ez xwe nebaş hîs dikim. Ji ber ez dizanim ew çî difikirin. Hevalên min ên dibistanê û mamostayên min bi awayek nebaş li min dinêrin." Zarokên dinê yên rastî îstismara zayendî hatî jî ji bo ji nû ve jiyankirinê pir bi hêvî nînin.

(gd/zt)