Li Nisêbînê heya êvarî zarok li piş barîqatanin
10:12
Zehra Dogan/JINHA
MÊRDÎN - Li Nisêbînê ber dengê sitiranên ji hoparloyên mezin bilind dibin li piş barîqatan bi pêşengiya zarokan jiyan ji nû ve tê avakirin, asayîş jî ji zarokan tê pirsîn. Li taxên barîqat lê hene jiyana komunê lê berdewam dike, ji aliyê Qamişlo piştevaniyê digirin, YPS-Jin jî li hember şideta ser jinê kete nava tevgerê.
Li Nisêbîna Mêrdînê ya ku hemû kolan bi wesayîtên zirxî dorpêçkirî, heya kreşan jî vegerandî qerargehan bi pêşengiya zarokan xebatên avakirina barîkatan berdewam dike. Li navçeyê di van demên dawiyê de her şev êrîşî taxan dikin. Serê sibê bi derketina roniya rojê re zarok bi lepikên înşihatan ser barîqatan cîh digirin. Zarok li ber dengê sitiranên ji hoparloyan bilind dibin, bi ereberên destan berên parkan dikêşin ber barîqatan. Dema navberê didin karê xwe jî bi hev re sitiranan dibêjin û dîlanê digirin. Zarok bi dorê li ber hatina wesayîtên zirxî nobetê digirin û dibêjin: "Ger barîqat nebin dê weke zarokên Cizîr û Silopiya me jî qetilbikin."
'Cihê şideta ser jinê di rêveberiyên cewherî de nîne'
Li Taxa herî kevnare ya Nisêbînê Zeynelabidîn dema ku welatî li ber sînor nobetê digirin li aliyê dinê yê sînor Qamişlo welatî li 2 deverên cuda ji bo Nisêbînê di nobetê denin. Dema ku mirov li nobeta aliyê dinê yê sînor dinêre nobeta ji aliyê bakur ji bo Kobanê li Pirsusê berdewam dikir tîne hişê mirovan. Di nava barîqatan de lîstina zarokan bi ajalan re dîmenên xweş radixe ber çavan. Ji YPS-Jin Dunya Stêrk diyar kir ku di nava rêveberiyên cewherî de ew li hember şideta ser jinan tekoşînek mezin didin û got: "Yên şidetê li jinan bikin dê li hemberî xwe me bibînin. Nêrîna jinê giringe. Her mêrê ku şidetê li hevsera xwe bike bila êdî hevsera xwe ji bîr bike. Bêguman her şidet dê bibe sedema venegerekê."
'Ji derveyî barîqatan çare nîne'
Li Nisêbînê jinên li ber denê Hozan Dilgeş li ser hoparloyan ser tenuran jî bi awayek komunal nan dipêjin. Ciwan jî kolanên wesayîta çopê nikare têkevitê çopa wan paqij dikin û tînin dişewitînin. Em bûn mêvanê sohbeta jinên temenê wan mezin li ber sînor bi nîşana serketinê mirovên xwe yên li aliyê Qamişlo silav dikin û li ber tenurê bi xwarina nanê germ sohbet dikin. Gulê diyar kir ku ji derveyî çêkirina barîqatan ti çareyên dinê ji bo wan nemaye û wiha berdewam kir: "Cîrana min Muzeyen Kizil ji lingê xwe birîndarbû. Ma qeyî cîrana mina dayîka zarokan jî teroriste? Ewqas bi hovîtî êrîş dikin wekedinê çare ji bo me nehêlane. Dibistanên zarokên me vegerandine qarargehan, ti cihê em pêve biçin jî nîne. Rojek du roj nîne emê bi ku de biçin? Ev der axa meye. Bila ew derkevin biçin, ziyana kurdan ji bo kesê nabe, hîna ev tênegihiştine."
Ji zarokên li ber sîrodên Rojava barîqatan çêdikin Ronahî jî di demê dawiyê de bandora şerê tê jiyankirin ser wan wiha anî ziman: "Em naçin dibistanê. Li wê polîs hene. Em parastina taxên xwe dikin. Em hemû zarok bi vî awayî dijîn êdî. Ji bo em nemirin em barîqatan çêdikin."
(zt)