'Dê berxwedan bi giyana Berîvanê berdewam bike'

10:23

JINHA

ŞIRNEX - Jinên Şirnexê li hev kombûn û pêvajo nirxandin. Parlementera HDP'ê ya Wanê Tuba Hezer got: "Dê tekoşîna gelê Botanê di rêya Bêrîvanê de berdewam bike."

Jinên Şirnexê li Taxa Dîcleye kombûn û pevajo nirxandin. Di civîna jinan de Parlementera HDP'ê ya Wanê Tuba Hezer, Endama KJA yê Şerîban Altinisik û Hevseroka Meclîsa Gel a Taxê Asîde Gungen tevlî civîne bûn. Tuba diyar kir ku berxwedana Botanê bi Bêrîvanan despêkiriye û wiha domand: "Dixwazin gelê kurd bitirsînin, lê emê ticarî netirsin, emê di berxwedana Bêrîvanê de rêya xwe berdewam bikin."

'Li hember vîna Kurda rastî wunda kirine hatin'

Tuba destnîşan kir ku dewlet bi salane bi hişmendiya "Emê kurdan biqedînin" nêz dibe û wiha berdewam kir: "Ez jî Zîlanê me dewletê wê demê çaxî jî zarok û jin katilkirin lê biser naket.Vega jî dewlet di xwaze li Cizre, Silopî û Surê heman tiştî bike, lê wê dîsa li hember vîna Kurdan wunda bike. Bi hezaran teng, top û polîs êrîşî taxan dike. Dîsa jî nikare vîna Kurdan bişkîne. Ew tirsa vîna Kurdan kete nava dilê wan."

Tuba wiha got; "Dewlet ji jinên Kurdistanê di tirse. Jinên Kurdistanê hertim li pêş di meşin. Em ji tang û topên wan natirsin. Jin li hember hişmendîya dewletê berxwadanek mezin nîşan didin. Mînaka mezin berxwedana jinên Kobanê ye. Wê jinên Botanê jî berxwedanek dîrokî nîşan bidin. Divê em jin di va êrîşên dewletê de li ba hev bin."

(dt/zt)