DKY hemû jinên cîhanê vexwend ber Sefaretxaneyên Tirkiyê
10:47
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - DKY li hember polîtîkaya qirkirinê li Bakurê Kurdistanê tê meşandin kete nava tevgerê dê sibê li gelek welatan li ber Sefaretxaneyên Tirkiyê çalakiyan lidarbixin.
Tora Jinê ya Global 'Meşa Jinê ya Cîhanê' organîzasyoneke hevpar a hemû saziyên jinan ên li hemû welatan pêk tê, li dijî komkujiyên li Kurdistanê bi daxuyaniyekê banga çalakiyan kir. Di daxuyaniyê de komkujî bi tundî hatin şermezarkirin û bang li hemû koordînasyonên li gelemperiya cîhanê hat kirin, ku sibe li ber hemû Sefaretxaneyên Bilind ên Tirk gelemperiya cîhanê çalakiyan pêk bînin.
'Kurdên di berxwedanê de dibin tindiyê denin'
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku 4. Meşa Jinê ya Cîhanê par li Nisêbînê destpê kir û bal hat kişandin ser hewldanên jinên Kurd ên ji bo xwerêveberî û xweseriya çarenûsa xwe û welatê xwe. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku bi saya berxwedana jinê ya li Kurdistanê, li dijî sîstemên kapîtalîst, mêtînger û serweriya mêr, mînakên alternatîf hatine diyarkirin û hat ragihadin, ku Kurdên di nava vê berxwedanê de cih digirin, dibin hedefa zexta dewletê.
Meşa Jinê ya Cîhanê da xuyakirin, ku Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya jî di nav de 17 Hevşaredarên Kurd ji wezîfeyê hatine dûrxistin an jî hatine girtin û diyar kir, ku şîdet bi êş û komkujiyên mezin li hemberî gelê sivîl tê meşandin. Di daxuyaniyê de, şoreşgerên jinên Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar ên li Silopiyayê hatin qetilkirin, hatin bîranîn û hat bibîrxistin ku Sêvê Demîr 4. Meşa Jinên Cîhanê ya Navneteweyî koordîne kiribû.
Banga ji bo hemû jinên cîhanê
Di daxuyaniyê de bang li hemû koordînasyonên meşa jinê ya cîhanê yên li hemû welatan hat kirin, ku di 21'ê Çileyê (sibe) dê li ber Sefaretxaneyên Bilind ên Tirkiyeyê çalakiyan lidar bixin. Di çalakiyan de wê qetilkirina Demîr, Nayir, Uyar û hemû sivîlan, bên protestokirin. Di çalakiyan de wê bê xwestin, ku çeteyên li dijî gelê Kurd sûc kirine bên darizandin, cînayetên li hemberî siyasetmedar, rojnamevan û parêzvanên mafên mirovan bi dawî bibin, yekîneyên leşkerî yên li bajarên Kurdan werin vekişandin, pêvajoya agirbestê bê ragihandin, hevdîtinên aştiyê ji nû ve destpê bikin û zext, şîdet û êrîşên li hemberî jinan bi dawî bibin.
(zt)