Jiyana Rosa Luxemburg bi navê 'Rosa ya Zer' di xêz romanê de

11:36

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Hunermend Kate Evans a ku dê jiyana Rosa Luxemburg bi navê "Red Rosa" (Rosa ya Zer) di xêz romanê de zindîbike got: "Em dibînin ku Rosa di dema muhafazakariya Victoria de jiyan kiriye, rexneyên wê ser kaputalîzmê gelek giringin."

Jiyana yek ji pêşenga şoreşên cîhanê Rosa Luxemburg ya beriya 97 salan li Elmanyayê ji aliyê dewleta faşîst ve li gel hevalê xwe Karl Liebknecht bi hev re hatîn qetilkirin yekem car bi xêz romanê hat vegotin. Xêz roman bi alîkariya Wexfa Rosa Luxemburg û bi destnîşana Kate Evans tê amadekirin. Kate ser siteya bi navê Broadly ya weşana jinan dike roportaj daye. Kate di roportaja xwe de diyar kir ku wê di xêz romana xwe de hem teoriya Rosa Luxemburg a şoreşgerî û hem jî berxwedana wê ya li hemberî deshilatiya mêran aniye ziman.

'Bi her awayî jinek a bi tindiyan re ru bi ru mayi ye'

Kate destnîşan kir ku bi her awayî Rosa rastî tindiyan hatiye û wiha got: "Rosa Luxemburg jinek a di sala 1871'an de weke jinek yahudî, koçber, şoreşger û sosyalîst hatiye dinê. Rosa di gelek aliyan de rastî tindiyan hatiye. Ji bo amadekirina pirtûkê min teklîj ji Wexfa Rosa Luxemburg girt. Wê demê ez di rupela 70'an a pirtûka xwe ya ser zayînê ya ji 300 rupelan pêktê debûm, lê cardin jî min got 'erê'.

'Her diçe roja me ya îro dişibe muhafazakariya dema Rosa'

Kate bilêv kir ku îro mîrasê Rosa yê berxwedanê gelek giringe û wiha domand: "Ew marksîstekbû û li gorî min wê rexnedana herî baş a Marx kaputalîzmê da. Niha kaputalîzim di rewşek gelek zor dene. Niha êdî hêz, pere û deshilatî ji destê tekela yek kesî zêdetir ber bi neoliberalizmê ve diçe. Her diçe li hemû devera cîhanê mafê mirovan ji destê wan tê girtin. Em dibînin her diçe pêvajo vedigere dema muhafazakariya Victoria ya ku Rosa tê de jiyan kiriye. Bi gotinên wê rexnekirina kaputalîzmê gelek girine."

(cm/zt)