Yên ji bo girtina birîndaran çun hatin gulebarankirin: Gelek birîndar hene
11:58
JINHA
ŞIRNEX - Welatiyên ku ji bo birîndaran bigirin ber bi taxa Cûdiyê ve dest bi meşê kirin hatin gulebarankirin, hate hînbûn ku gelek birîndar hene.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê welatiyên ku ji bo birîndaran bigirin ber bi taxa Cûdiyê ve meşiyan hatin gulebarankirin. Hate hinbûn ku di nava girseya ku hate gulebarankirin de gelek birîndar hene. Hate hinbûn ku rewşa hin birîndaran giran e. Gulebarana li dijî gel didome. Li taxa ku 3 cenaze haten wergirtin û gelek birîndar hene ji aliyê hêzên dewletê ve tê gulebarankirin.
Li herêma di Newroza Cizîrê ya sala 1992'an de welatî hatîn gulebarankirin êrîş berdewam dikin. Di nava birîndaran de kameramanê Televizyona ÎMC yê Refik Tekin jî heye. Refikê ji lingê xwe birîndarbûyî ji ber êrîşan nikare ji herêmê derkeve.
(zt)