Li Samsûnê jinek ji aliyê kure xwe ve hat qatilkirin

12:10

JINHA

SAMSÛN - Li navçeya Bafra a Samsûnê jina bi nave Nurhan E (68) ji aliyê kurê xwe Enver E. ve bi kêrê hat qatilkirin.

Li navçeya Bafra a Samsunê jina bi nave Nurhan E. (68) ji aliyê kurê xwe Enver E. ve bi hovîtî hat qatikirin. Li gorî agahiyên Baroya Bafra yê kurê Nurhan E. Enver E. di heman apartmanê de di runişt. Enver E. çû ba dayîka xwe û ji mutbexe kêr anî dayîka xwe da ber kêran. Bi giliyê welatiyan polîs çun cihê bûyêre, piştî qatilkirna dayîka xwe Enver E. deriyê şaneşînê li pişt xwe kilît kir. Piştî dozger çu cihê bûyerê Enver E. ji aliyê polisa ve hat binçavkirin. Dozgeriyê li cihê bûyerê lepirsîn da destpêkirin.

(dt/zt)