Jinên Rojhilat avabûna YPS-JIN pîroz kirin
13:10
JINHA
SÎNE - Komîteya Jinên Apoci ya Arîn Mîrkan ji bo piştevaniya YPS-JIN daxuyaniyek dan û gotin: "Em wek Komîteya Jinên Apoçi yên bajêrê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê, di çarçoveya komîta Ş. Arîn Mîrkan avakirina YPS- JIN ya bi pêşngiya jinên ciwan û dayîkan mezin dibe li hemû jinên kurd bi taybet jî jinên Bakurê Kurdistanê pîroz dikin."
Komîteya Jinên Apoci ya Arîn Mîrkan li bajêrê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê piştevaniya xwe ya ji bo YPS-JIN bi daxwiyaniyekê bi raya giştî re par kir. Jinên Apoci diyar kirin ku ewê êrîşên deshilatiyê ser Bakurê Kurdistanê tên kirin nepejirînin û wiha gotin "Em wek Komîteya Jinên Apoçi yên bajêrê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê, di çarçoveya komîta Ş. Arîn Mîrkan avakirina YPS- JIN ya bi pêşngiya jinên ciwan û dayîkan mezin dibe li hemû jinên kurd bi taybet jî jinên Bakurê Kurdistanê pîroz dikin. Niha li her çalar aliyê Kurdistanê jin pêşengiya şoreşê dikin. Em jinên Rojhilat jî bi hewayê şoreşa jinan a li Kurdistanê mezin dibe xwe bi rêxistin dikin."
Jinên Apoci di kesayeta Zeynep Celaliyan de ji bo jinên siyasiyên di girtîgehên Îranê de tên girtin jî wiha berdewam kirin: "Em weke Jinên Apociyên Rojhilatê Kurdistanê helwesta rejîma Îranê ya li hember girtiyên jinên siyasî şermezardikin. Emê ji bo hevala xwe Zeynep Celaliyan û hemû jinên girtî çalakiyan lidarbixin."
Jinên Apoci dan zanîn ku wan ji bo piştevaniya berxwedana jinên Bakurê Kurdistanê dest bi kampaniyeya "Berxwedan Jiyane" kirine û wiha dom kirin: "Weke gava despêkê ji bo piştevaniya berxwedana jinên Bakurê Kurdistanê me dest bi kampaniyeya "Berxwedan Jiyane" kiriye. Kampaniyeya me kêlî bi kêlî mezin dibe. Emê tenê bi vê kampaniyayê sînor nemînin, bêguman dê çalakiyên me hîn zêdetir mezin bibe. Lê weke gava despêkê em vê kampaniyayê giring dibînin."
Jinên Apoci bang li jinên Rojhilat kir ku derkevin qadan û piştevaniya Bakurê Kurdistanê bikin û wiha dom kirin: "Em bang li hemû jinên Rojhilatê Kurdistanê dikin dakevin qadan û piştevaniya berxwedana jinên Bakurê Kurdistanê bikin. Piştî Rojava li Bakurê Kurdistanê çituskên şoreşa jinê bi pêşengiya YPS-JIN pêşdikeve. Jin pêşengiya berxwedanê dike. Ji bo wê jî divê em jinên Rojhilat jî ji vê berxwedanê bê par nemînin û piştevaniya xwe bi çalakiyan nîşan bidin."
(şb/zt)