Li Cizîrê gelek birîndar rakirin nexweşxanê, êrîş berdewam dike

14:02

JINHA

ŞIRNEX - Li Taxa Cudiya Cizîrê ser welatiyên ji bo rakirina birîndaran çun êrîşên qirkirina nijadî kirin. Di êrîşan de herî kêm 10 kes birîndar bûn. Di nava de kameramanê ÎMC yê Refik Tekin jî heyî gelek birîndar rakirin nexweşxanê. Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz bi welatiyan re di malekê de asê man. Mal girtine bin dorpêçê û tê topbarankirin.

Li Taxa Cudiya Cizîrê di navê de Palementerê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz û hevşaredar jî heyî welatiyên ji bo girtina cenazeyan çun hatin gulebaran kirin herî kêm 10 kes birîndarin. Ji bo girtina cenazeyên Serhat Altun, Mehmet Tunç û Mehmet Kaplan li gel 4 birîndaran welatî hatin ser Cadeya Nisêbînê, ji aliyê wesayîtên zirxî ve hatin gulebaran kirin. Li wê gelek welatî birîndarbûn. Ji birîndaran nêzî 10 kesan rakirin nexweşxanê. Ji ber gulebarana bê navber kameramanê ÎMC TV yê Refik Tekin jî ji lingê xwe birîndar bû û di nava birîndaran de ew jî rakirin nexşwexanê.

Faysal Sarıyıldız bi gel re di malekê de asê mane

Palementerê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz û Hevşaredarê Cizîrê Kadîr Konur jî ji ber êrîşan ketin bodroma malekê de. Mala ku Faysal û Kadîr bi welatiyan re di hindirê wê dene dibin êrîşan dene. Hat zanîn ku ji ber êrîşên giran ên ser malê Faysal û welatiyên pêrene dibin komkujiyê denin.

Ji Şirnexê 2 cenaze şandin Cizîrê

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ku êrîşên qirkirinê berdewam dike Hayrettîn Şinik ê 12 salî û Mehmet Ridvan Kaymaz rojên borî hatibûn qetilkirin û cenazeyên wan ji bo otopsiyê şandibûn Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Piştî otopsiyê cenaze şandin Cizîrê. Cenazeyên Hayrettîn Şinik û Mehmet Ridvan Kaymaz dê li Cizîrê bên definkirin.

(at-ab-ma/zt)