Di nava taxên Nisêbînê de civînên gel
15:41
JINHA
MÊRDÎN – Li taxên Dîcle û Yenîşehîrê yên Nisêbînê têkildarî pêvajoyê û êrîşên hêzên dewletê civînên gel hatin lidarxistin.
Li taxên berxwedanê Dîcle û Yenîşehîrê yên navçeya Nisêbîna Mêrdînê bi pêşengiya meclîsên taxan li ser pêvajoyê civînên gel hatin lidarxistin. Di civînê de bi sedan welatiyên taxan amade bûn. Beriya civîn destpê bike ji bo cangoriyên şoreşa azadiyê rêz hat girtin. Di civînê de êrîş û qedexeyên dewletê yên li ser gel hatin nirxandin. Axaftvanan bal kişand ser polîtîkaya dewletê ya koçberkirinê û bêmirovkirinê. Her wiha di civînê de li ser rêxistinbûyîna taxan jî axaftin hate kirin û banga yekîtiyê û hevgirtinê li gel hate kirin.
(bg/eb/zt)