Colemêrgiyên ber bi Cizîrê ve rêketin rastî astengiya polîsan hatin
16:12
JINHA
COLEMÊRG - Colemêrgî bi pêşengiya DBP'ê ji bo beşdarbûna "Meşa Botanê" ber bi Cizîrê ve bi rê ketin. Dema ku Colemêrgî bi rê ketin rastî astengiya polîsan hatin, li gel hemû hewildanan jî destur nehat dayîn derbas bibin.
Bi pêşengiya Partiya Heremên Demokratik (DBP) Colemêrgî ji bo tevlî "Meş a Botanê" bibin ber bi Cizîra Botanê ve ketin rê. Welatiyên Colemêrgê yên di navê de Parlementerê HDP'ê yê Colemêrgê Nîhat Akdogan, rêveberên HDP û DBP'ê jî heyî li Depînê ji aliyê polîsan ve hatin asteng kirin. Li gel hemû hewildanan jî destur nehat dayîn Colemêrgî ber bi Cizîrê ve bimeşin.
Piştî astengiyê welatiyan bi daxuyaniyekê diyar kirin ku dê sibê cardin derkevin rê.
(zyd/zt)