Li Şirnexê YPS-Jin hat îlankirin

16:55

JINHA

ŞIRNEX - Li Şirnexê YPS-Jin bi navê "Boluka Şehîd Fatma" hêza parastina cewherî ava kirin.

Li bajarên Kurdistanê ku hikumeta AKP'ê bi destê hêzên dewletê ve êrîşên tevkujiyê dimeşîne, hêzên parastina cewherî jî roj bi roj berfirehtir dibe. Li Şirnexê ku êrîşên hêzên dewletê berdewam dike, Yekineyên Parastina Sivîl (YPS) - Jin damezrandina ku bi merasîmekê îlan kir. Jinan, dan zanîn ku wan bi navê Boluka Şehîd Fatma ya YPS-Jin, hêza parastina cewherî ava kirine. Di daxuyaniyê de terora dewletê ya li Kurdistanê hate destnîşan kirin û wiha hate gotin: "Kurd, di dîrokê de parastina cewherî kirine şêweyê hebûnê. Dînamîka esasî ya parastina cewherî jî her tim jin bûne."

'Dê li Botanê YPS-Jin tola Sêvê, Pakîze û Fatmayê bigire'

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku di êrîşan de herî zêde jî jin hedef têne girtin û ev peyam hate dayîn: "Çawa ku li Silopiyê sê hevrêyên me yên şoreşger Sêvê, Pakîze û Fatma hedef girtin û înfaz kirin, bi hovitî qetil kirin, em jî dibêjin ku dê tola van sê rêhevalan Botan YPS-Jin bigire. Ji bo em serkeftina Botanê diyarî van hevalan bikin emê heya dawî têbikoşin."

Di daxuyaniyê de herî dawî bang li jinên Kurd hate kirin ku tevlî refên YPS-Jin bibin.

(zt)