'Jiyan li dora jin avadibe'
09:02
Jînda Azad-Sorgul Şêxo/JINHA
TIL TEMIR - Zehra Husin bêy ku xwe muhtacê hevjînê xwe bike, bi berhevkirina gihayê Sûsê zarokên xwe xwedî dike û dibêje, "Divê jin xwe nespêrin mêran û bi hêza xwe tev bigerin. Eger ez li bendê hevjînê xwe bisekinim ne jiyan ne jî zarok li holê dimîne."
Zehra Husin yê 45 salî ku li bajarê Til Temir a Kantona Cizîrê dijî bêy ku xwe bispêre hêza mêran jiyana xwe bi keda xwe rêvedibe. Zehra a ku ji pêkhatiya Erebe û 3'ê zarokên wê heye her sibe saet 05.00'an de radibe û diçe dora ava Xabûrê gihayê Sûsê berhev dike û bi qezencên ku bi dest dixe zarokên xwe xwedî dike. Zehra qala têkoşîna xwe yê jiyanê kir û wiha got, "Hevjînê min naxebite. Em di nava şerpezê debûn. Min jî biryar da ku barê malê hildim ser milê xwe û jiyanê bi xwe rêvebibim."
'Kedê jin tê binpêkirin û çewsandin'
Zehra diyar kir ku her jinek di nava jiyanê de rastî zehmetiyên mezin tê û wiha domand, "Kedê jin tê binpêkirin û çewsandin. Pergala desthilatiyê hişmendiya jin wê her dem di bin siya mêran de tevbigere avakiriye. Bi şoreşê Rojava re rastiya ku pergal hînê me dikir hemû vala derxist. Jin bi berxwedan û pêşengiya xwe jiyanê ji nûde avadike. Rastiya pergalê yê ku bi salane em pê xapandine û mezinkirine bi vîna jin hat vala derxistin. Sînorê ku civak ji jinêre diyar kiribûn min jî ji nezantiya xwe dipejirand, lê bi şoreşê re êdî nêrînê min hat guhertin. Ji ber rastî ne ewbû."
'Me rastî û hêza xwe dît'
Zehra da zanîn ku ew bi karkirinê re hêza xwe bêhtir dîtiye û wiha pêde çû, "Xebat hêza mirovan derdixe holê û têkiliyê civakî jî pêşdixe. Temenê min mezinbûye lê ne pirsgirêke, ez dixebitim û bêy ku xwe muhtacê kes bikim zarokên xwe xwedî dikim. Êdî ew kevneşopiya civakê ya hember jinan em napejrînin. Ji ber me rastî û hêza xwe dît."
'Jiyan li dora jin avadibe'
Zehra destnîşan kir ku mêr ji hêza jin diheside û wiha dirêjî da gotina xwe, "Mêr dixwazin lewaziya xwe bi şêwayek veşêrin. Lê dema pêşengiya jin yê jiyanê dibînin dihesidin. Lê divê mêr vê yekê baş zanibin êdî jin desthilatdariya mêr û pergalê napejrîne. Ji bo xwedî derketina jiyan û avakirinê ew ê her tişt bike. Banga min ji jinan re ew e ku divê xwe nespêrin mêran û bi hêza xwe tev bigerin. Eger ez li bendê hevjînê xwe bisekinim ne jiyan ne jî zarok li holê dimîne. Ji ber jiyan li dora jin avadibe. Divê jin xwedî li jiyanê derê."
(rc)