'Em hîn zêdetir nikarin bê deng bin'
09:47
Nûrcan Yalçin / JINHA
AMED - Ayten Sabirli a ku ji Stenbolê hatiye bêdengiya rojavayê tirkiyê li hember bûyerên ku li Kurdistanê tê jîn rexnekir û got, "Salên 80 û 90'an em bê deng bûn, dûvre me rexne kir. Eger îro jî em bê deng bibin çend sal din em ê cardin hember van bêdengiyê xwe rexnedayîna xwe bidin."
Li hember dorpêç, êrîşên ku bi mehane li Kurdistanê didome û bê xemiya rojavayê tirkiyê Ayten Sabirli ji bo piştgiriyê bide gelê Kurd ji Stenbolê hat û xwast biçe Şirnexê. Piştî ku çûyîn hat asteng kirin,bi rojan ligel malbatên ku li ÎHD'ê di grevê dene ma. Ayten got, "Eger xwerêveberin suc be û ligel vê yekê mirin û bi awayek hovane bi cenazan leysin be, sucê despêk Serokomar Recep Tayîp Erdogan kiriye û divê were darizandin. Xwerêveberin ne tenê girêdayî Kurdistanê ye. Xwerêveberin mafê herkese û pêdiviya demokrasiyê ye."
'Sucê mirovahî li vir pêk tê'
Ayten destnîşan kir ku mafê dewletê yê êrîşan nîne û wiha domand, "Ez demê ku rewşa vir difikirim bûyerê Gezî tê bîra min. Ji bo 4-5 daran bi milyonan mirov herikîbûn kolanan lê belê îro sucê mirovahî tê kirin kes nakeve tevgerê. Li Gezî jî mirov mirin, em bi beh çûn hewarê û xwedî derketin. Ji bo bûyerên li vir çima heman hişyarbûn nayê nîşandan."
'Ji bo vir cihê gotin lê bi dawî bûye'
Ayten, "Ji bo vir cihê gotin lê bi dawî bûye ye. Du roj tevî malbatanim. Her çiqas hewlbidim wan fêmbikin jî zehmete. Malbatên vir ligel tevahî êşan cardin dibêjin bila leşker û zarokên me nemirin. Li ber serê me bûyer jiyan dibe û ciwan dimrin. Bê xemiya rojavayê tirkiyê şermezar dikim."
'Di salên 80 û 90'an de jî me van bûyeran jiyan kir'
Ayten da zanîn ku ligel her şert û mercê gelek tiştên bên kirin hene û wiha pêde çû, "Di salên 80 û 90'an de em bêdeng bûn, dûvre me rexne kir. Eger îro jî em bê deng bibin çend sal din em ê cardin hember van bêdengiyê xwe rexnedayîna xwe bidin. Wîjdanê min li Stenbolê ne rihetbû. Tevî jinan me biryar da em biçin Şirnexê lê mixabin me nekarî em biçin. Dema çûbûm Sêrtê min êşê şer ji nêzve hîskiribû. Ji nêzve şahîdî kirin cûdaye. Niha bi tevlîbûna greva birçûbûnê dixwazim piştgirî bidim."
(rc)