Bariqatên kolanan vêcarê jî bi bataniyên renga reng xamîlîn
09:49
JINHA
MÊRDÎN - Li Nisêbînê bi mihane bariqat berdawam dikim vega jî bi modelên nû ava dibin. Barîqatên bi keviran, dema zivistan hat bi bataniyan tên germ kirin. Barîqatên bi bataniyan wenêyek hêjayî dîtinê radixe ber çavan.
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê li hember dorpênçên dewletê çêkirina bariqatan berdewam dike. Barîqatên Nisêbînê di demên dawî de bi rengê bataniya tên xamilandin. Xamla bataniya reng da barîqatan. Bi pêşengiya zarokan sibê heya êvarî çêkirina barîqatan berdawam dike. Di demên dawî de barîqatên model tên çêkirin. Jinên Nisêbînê bataniya peva didûrun û bi ser barîqatan ve didaleqenin. Bi van bataniyan tax tên parastin.
Nivîsên "Em ewqas ji jiyanê hez dikin ku di oxira wê de diçin mirinê", "Evder mayinîn polis nikare derbas bibe" û "Zîrektî ne di wesayiten zirxî, di dilde ye" li ser dîwarên berxwedanê berdewam dike.
(dt/zt)