Li Cennetçeşmeyê 'vegerê' ji jinan bipirsin

10:46

Ozgu Ozutok/JINHA

İZMİR - Jinên li Cennetçeşmeya Îzmîrê bi destê xwe bajar kirine warê xwe niha jî bi navê 'vegera bajar' veguhezînê naxwazin û li hember wê xwe rêxistin dikin. Li Cennetçeşmeyê jin dibin banê komeleyê de xwe rêxistin dikin û dibêjin: "Berî 40 salan me ev der vegerand bajarbûnê, niha jî me ji vêderê vediguhêzin. Rîska bînayan dikin hincet, lê li gorî min a ji bo wan rîsk mirovên li vêderêne. Ez li vêderê ji derve jî bimînim, cîranên min ên ez li deriyê wan bixim û min bigirin hindir hene. Dixwazin me ji hev biqetînin."

Li nava bajarên mezin bi navê 'vegera bajar' feqîr ji cihê wan tên derxstin. Li Îzmîrê piştî valekirina Kadifekaleyê û welatiyên wê di TOKÎ yan de cîh kirinê, niha jî dora Cennetçeşmeyê hatiye. Li semta Cennetçeşmeyê bi pêşengiya jinan berxwedan heye. Wezîrê Derdor û Bajarbûnê bi navê "Herêma Metirsîdar" dixwaze feqîran ji cihê wan derxînin. Welatiyên Taxa Cennetçeşmeya girêdayî Karabaglara Îzmîrê dibin Komeleya Welatiyên di Vegera Bajaran de li Mafê xwe Digerin de xwe rêxistin dikin û dibêjin; "em naçin".

'Berî 40 salan me vêderê vegerand bajarbûnê niha me ji vêderê vediguhêzin'

Ji rêveberiya Komeleya Welatiyên di Vegera Bajaran de li Mafê xwe Digerin Songul Gursel (50) ya ku ji sala 1980'an heya niha li heman semtê dijî da zanîn ku wan bajarê xwe weke welatek nû çêkiriye û got: "Beriya 40 salan pêdiviya vêderê bi vegera bajarbûnê hebû. Ji wê demê heya niha, me vegerand bajarbûnê, êdî ji vê saetê û şon de pêdivî tineye. Bi navê 'vegerê' welatiyên Kadifekaleyê jî derxistin, birin ji derveyî bajêr li deverên weke girtîgehan de cîh kirin. Kes ji wan bi halê xwe razî nînin. Ji bo pîr û kalên me tiştek fikirîne nizanim. Hevserê min li bazarê tiştan difiroşe, kasên xwe tîne li baxçê me didane. Em biçin dê karê me jî ji destê me biçe. Mirovên li vêderê hemû ji deverên cuda koçber bûne hatine. Em naxwazin ji cihê xwe carekdin koçber bibin. Li gorî zagonan ên 20 salan li cihekê bimînin, ew dever êdî dibe ya wan."

'Ne bînayan me bi metirsî dibînin'

Songül destnîşan kir ku êdî welatî ji gotinên weke ev der hilweşiya ye bawer nakin ew bi giyanek hevpar xwe rêxistin dikin û wiha domand: "Ew bînayan metirsî dibînin, lê li gorî min em mirovên li vê derê dijîn ji bo wan metirsîdarin. Dema ku ez li kolanê bimînim jî cîranên min ên ez li derê wan bixim û min bigirin hindir hene. Ji bo parastina xwe me di sala 2014'an de komeleya xwe ava kir. Hema nîşeyek ji 10 xalan danîn pêşiya me ji bo kar li ber me zor bikin. Di hevpeyîmanê de 180 kesan destnîşan avêtin. Bi saya komeleyê mirovên me bi hişmendî dibin. Ez difikirim ku dê yên li ber xwe didin serkevin. Bila mafê jiyanê bide welatiyên li vêderê."

'Ev der demborî û dahatoya me ye'

Ji endamên Komeleyê Ayşen Uluçay (34) jî bilêv kir ku çîroka Taxa Cennetçeşmeyê heya 40 salan dirêj dibe. Ayşen li gel malbata xwe despêkê ji Antalya diçin Denizliyê û di sala 1976'an de jî hatine Îzmîrê. Ayşen di derbarê çîroka jiyana xwe ya li wê taxê de wiha axivî: "Dema ku me mala xwe çêdikir hemû zaorkên taxê alîkariya me kirin. Em hemû bi hev re li vêderê ji jiyana xwe razîne. Berê kolan hemû herîbûn, heya ber derê dibistanên me jî paspas hebûn me solê xwe pak dikirin em wiha diketin hindir. Niha her tişt baş bûye, lê yên li peyî rantê erdê em li ser jiyan dikîn jî ji bo me pir dibînin. Em li vêderê her kes hev nasdikin, di şîn û şahiyan de li gel hevin. Ez dema derdikevim taxên dinê yên bajrê, vedigerim li taxa xwe bêhênê digirim. Ev der demborî û dahatoya meye."

'Em naxwazin li deverên çîmeto bijîn'

Endama Komeleyê Ayten Uçuk ya ji Xerpêtê berê çuye Enqerê û paşê jî li Taxa Cennetçeşmeya Îzmîrê bicîh bûye jî wiha axivî: "Dema qenalîzasiyonên me diteqin em diçin şaredariyê dibêjin, 'Li serê wî çiyayî çî karê we heye.' Ji ber malbata me li vêderê bû em jî li peyî wan hatin li vêderê bicîh bûn. Niha dixwazin taxa me ya me ewqas bi eziyet başkirî ji destê me digirin. Me bi destê xwe qenalên avê kolan. Niha topoyên min hene, lê ez mirovan ji ser dernaxim ji bo mexdur nebin. Em hemû dibin banê komeleyê de bi hişmendî dibin. Ji komeleyê me hemûyan bi hev re daxwazname da. Em hemû hev difikirin ber hev dikevin. Em naxwazin di TOKÎ û deverên çîmento de bijîn. Ez bi rehetî derdikevim baxçê xwe û hil dikevim."

(zt)