Li Cizîrê welatiyek din jî ji ber windakirina xwinê jiyana xwe ji dest da
10:55
JINHA
ŞİRNEX - Li Taxa Cudî a navçeya Cizîrê welatiyên ku ji bo girtina cenazan çun rastî gulebranan polisan hatin.Welatiyê bi navê Selman Erdogan bi giranî birîndar bû û piştî rakirina Nexweşxaneya Dewletê a Cizîrê jiyana xwe ji destda.
Li Taxa Cudî a Cizîrê di êrîşên hêzên dewletê de gelek welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Parlementêrê Şirnêx Faysal Sariyildiz û gel dema ku xwestin biçin canazeyan wergirin rastî êrîşa wesayîtên zirxî û gulabaranê hatin. Di êrîşên gulebaranê de 10 welatî birîndar bûn. Welatiyê bi navê Selman Erdogan li Nexweşxaneya Dewletê a Cizîrê jiyana xwe ji dest da. Dema cenazeyê 3 welatiyan û Selman Erdogan hat wergirtin ji wesajêten zirxî gule hatin reşandin. Dema Murat Akçay ê birîndar rakirin Nexweşxanê, di rê de polîsan berî birina Nexweşxanê Murat Akçay birin qaraqolê û ew darpkirin. Selman Erdogan jî ji ber windakirina xwînê jiyana xwe ji dest da.
Di heman demê de Endamê Meclîsa Şaredariya Cizîrê Abdullahamit Poçal li Neweşxana Dewletê ya Cizîrê jiyana xwe ji dest da.
(dt/zt)