Jinên Geverê: We qey ji me pirsî?
11:18
JINHA
COLEMERG - Jinên Geverê bertek nîşanî daxuyaniya Serokwezîr yê ku gotiye navendên Colemêrg û Şirnex dê cihê wan bi Cizîr û Geverê ve were guhertin dan. Jinan gotin, "Dewleta ku nikare bi tang û topan azadiya xwerêveberinê bişkîne, vê carê li pay hîleyên nûne. Derbarê guhertina warê mede we nêrînê me qet pirsî?."
Li hember berxwedana xwerêveberiyê rêbaz û cûreyên êrîşa dewletê bi dawî nabe. Daxuyaniya Serokwezîr Ahmet Davutoglu yê di derbarê guhertina navenda bajarên Colemêrg û Şirnexê de bû sedema berteka welatiyên herêmê. Jinên Geverê hêrsên xwe li hember biryarê guhertina navenda bajaran anîn ziman. Hevberdevka Koordînasyona Meclîsa Gel yê Geverê Nazîfe Evîn destnîşan kir ku piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê di serî de navçeya Geverê û tevahî Colemêrg bûye hedefa polîtîkayên şer.
'Dewlet dixwaze polîtîkayê şer rewa bike'
Nazîfe got, "Di pêvajoyek ku gel xwerêvebirin îlan kiribe û têkoşîna biryardayîna jiyana xwe bi xwe dide de, hatin û ser mijara ku Gever bikin bajêr nîqaş dane meşandin gelek bê wateye. Li Geverê dewlet polîtîkayê şer pêk tîne û dixwaze vê polîtîkayê rewa bike. Dixwaze Gever bixe dorpêça leşkeran û komkujiyan mezintir bike."
'Gel dê bersiv bide'
Nazîfe da zanîn ku di pêvajoyek wiha de daxuyaniya Serokwezîr Ahmet Davutoglu gel wê gerim pêşwazî neke û li hember van gotinan bi berxwedanî wê bersiv werin dayîn. Nazîfe wiha domand, "Gel li hember zîhniyeta faşîzan yê dewletê wê bi têkoşînê bersiv bide. Bingeha rêxistina dewletê û polîtîkayên şerê qirêj li Kurdistanê û bi taybet li Geverê ew ê bi berxwedanî vala bê derxistin. Dewleta ku nikare bi tang û topan azadiya xwerêveberinê bişkîne, vê carê li pay hîleyên nûne. Derbarê guhertina warê mede we nêrînê me qet pirsî?."
'Her tişt ji bo xizmeta dewletê tê pêk anîn'
Endama Meclîsa Jinên Bajarê Geverê Oznur Canan diyar kir ku ew ji biryarê hikûmetê di vê pêvajoyê de ji bo Geverê bi gumanin û got ew ji bo berjiwendiyê xwe dixwazin li Geverê guhertinan pêk bînin. Oznur wiha dirêjî da gotina xwe, "Berî niha dixwastin li vir balafirgeh vekin lê venekirin. Piştî hilbijartinan vekirin. Bi pêvajoyê re me dît balafirgeh ji ber çi bi kar anîne. Îro em dibînin her tişt ji bo xizmeta dewletê tê pêk anîn. Piştî li Cizîr û Geverê xwerêveberin hatin îlan kirin û hêza rêxistinbûnê derket holê dewlet biryarên wiha dide. Ev yek jî bê hêzbûna hêzên leşkerî diyar dike. Ev polîtîka jî dê vala derbikeve. Gelê Geverê jî dê vê yekê nepejrîne. Ji ber gel di ferqa polîtîkayê dewletê de ye."
(rc)