'Dibêjin me qetilnekirine niha cenaze li kolanan in'
11:55
Zeynep Akın/JINHA
ÊLIH - Du jinên di salên 90'an de li du birayên xwe yên hatî windakirin digeriyan Altusaç Bişici û Birgul Ekinci. Du jinên berê ji bo gorek wan çêbibe tekoşîn dikirin, niha jî ji bo malbatên li Kurdsitanê cenazeyên wan li erdêne tekoşînê dikin gotin: "Yên salên 90'an cenazên me ji me veşartin û digotin ku me negirtine, niha jî li Kurdistanê li ber çavên malbatan cenaze li kolanan dihêlin. Desturê nadin mirov cenazeyê xwe veşêrin."
Dema dibêjin salên 90'an li Kurdistanê tiştên carekdin nikarin vegerin hatin jiyan kirin. Deriyê malên jinan têde hevser, zarok, bira û bavê xwe wihdakirin êdî nehatin girtin. Her dem li benda vegera yên ji wan deriyan derketin û carekdin vengeriyan man. Ew jin êdî daxwazek wan hembêzkirina axa yên li bendê mayî, li ser wê axê hesret kêşana hindirê xwe hebe. Daxwazek wan gorek li ser şîna xwe bikin hebe. Di demên dawiyê de hemû kesîmên ji aliyê civakê ve rastî eleqeyan tên gotinek wan a herî berdewam dike jî "Di salên 90'an de jî ev qas hovîtî nehat jiyan kirin' e. Di gotinên qala hovîtî kirinê de jî despêkê îskence û sepandinên ser cenazeyan tê hişê mirovan. Li Sur, Cizîr, Silopî, Nisêbîn û hemû herêmên Kurdistanê yên dibin dorpêçê de ji bo cenazeyên li erdê bidin malbatan heya rêbazên ATK'ê jî hatin guhertin. Ji bo xwe bigihînin cenazeyên nava Surê malbat 18 rojan di gireva birçîbûnê de man. Li Cizîrê ji bo xwe gihandina cenazeyan duh bedena xwe li ber tang û topan kirin sper.
Gelo malbatên di salên 90'an de xizmên xwe windakirine ji bo van rojan çî dibêjin? Du jinên di wan deman de birayên xwe winda kirine Altusaç Bişici û Birgul Ekici ne. Altusaç di sala 1994'an de birayê xwe Mehmet Şirin Maltu, Birgul jî di sala 1993'an de birayê xwe Mehmet ZekiAkyildiz yê dema 16 salî bûye ji aliyê Hizbullah an ve hatî revandin windakirine û hîna li cenazeyên xwe digerin.
'Lingên wî bi zincîran girêdabûn, torbe ser serê wî de girtibûn'
Altusaç wiha qala windakirina birayê xwe dike: "Em wê demê li gundê Zedya yê Êlihê jiyan dikir. Di şevek ên sibata sala 1994'an saet derdora 20.00'an de ser malê de girtin. Derdora malê leşkeran dorpêç kir. Pir hişk li derî xistin, hemû camên paceyan şikandin û çek dirêjî hindir kirin û qêr dikirin. Mal ser û bin kirin tiştek nedîtin. Du leşker ketin bin çengên Şirin û ji malê derxistin. Dema ku ji malê derxistin Şirin li xwe vegeriya û ji diya min re got: 'Pirê li peyî min were.' Heya serê sibê saet 04.00'an ew di nava gund de birin û anîn. Dengê îskencekirina wî û qêrînên wî dihatin. Paşê jî Şirin birin, bi ku de birin em nizanin. Saet 12.00'ê nîvro cardin hatin. Bi du jeep û yek peugeot an Şirin anîn, lingên wî zincîrkirî û ser serê wî jî torbe hebû. Du leşker dibin çengên Şirin de bûn, carekdinê li malê lêgerîn kirin. Di mal de tiştek nedîtin. Şirin li ber malê danîn, hemû leşkeran bi dorê ew îskence kirin. Hîna dengê qêrînên Şirin di guhên min denin. Heya saet 16.00'ê êvarî Şirin îskence kirin. Dema ku yek diwestiya yek dinê dihat. Paşê Şirin rakirin û birin, dema ku rakirin êdî nedikarî rêde biçe. Ketin bin milê wî û ew birin."
'Ez ji vê dewleta zalim ger Şirin saxe şopa wî, ger miriye mezarê wî dixwazim'
Altusaç bilêv kir ku piştî ku Şirin îskence kirin û birin êdî wan ti agahî jê negirtiye û wiha domand, "Ji wê rojê heya niha me ji Şirin ti agahî negirtiye. Em li hemû girtîgehan geriyan û me ji hemû qereqolan pirsî lê me tiştek nedît. Gundî ji tirsan nebûn şahid, ji ber îskenceya li Şirin kirin dîtin. Piştî 3 salan 2 kes bûn şahid. Ji wan jî yekê şahidiya xwe pejirand ê dinê jî ne pejirand. Ev 20 salin me ji Şirin ti agahî negirtiye. 'Ez ji vê dewleta zalim ger Şirin saxe şopa wî, ger miriye mezarê wî dixwazim. Yên salên 90'an cenazên me ji me veşartin û digotin ku me negirtine, niha jî li Kurdistanê li ber çavên malbatan cenaze li kolanan dihêlin. Desturê nadin mirov cenazeyê xwe veşêrin."
'Ji ber hîna gorek em li ser bigirîn tine ye'
Birgül jî çîroka birayê xwe Mehmet Zeki Akyıldız ê 16 salî windabûyî wiha anî ziman: "Birayê min li Êlihê lîse dixwend. Di wan salan de li lîseya Êlihê di nava ciwanên kurd û hizbullahan de her dem şer hebû. Çend caran hizbullahan birayê min hingaftin. Di dema lê dayîn de saeta wî şikandibûn. Dema ku me pirsa saeta wî kir got: 'Tiştek tineye saet ji destê min ketiye.' Zeki çu Farqînê gel xwişka min. Li Faqînê Mizgefta Acem hebû. Li ber mizgeftê 3 kes wî digirin û dibin. Wê demê li Farqînê hizbullahan bi navê 'susa' senexek çêkiribûn hemû kesên winda dikirin dibirin wê. Bi salan hinek li wê de bê av û xwarin îskence dikirin. Piştî 8 mehan 30-40 kes ji wê berdan. Yên ji wê derketin diyar kirin ku 3 roj berî wan Zeki ji wê derxistine. Ji derveyî wê me ti agahiyên dinê nezanîn. Em niha jî nizanin dijî miriye çî bûye. Dayîka min gelek ji qereqolan pirsî, der demê jê re gotin ku herin li girtîgehan bipirsin. Em geriyan lê me tiştek jê nezanî. Ger me tenê agahiyek jî jê zanibana emê hinek rehet bibana. Ger miriye em gora wî dixwazin. Êşa windayan êşek hîn zêdetir mezine. Carnan di taziyan de hinek dema bi gotina 'bira' dilorînin hindirê min parçe dibe. Ji ber gorek em biçin ser bigirîn jî nîne."
(zt)