Şanda Jinên Kantonên Rojava Serdana RJAK'ê Kir

12:33

JINHA

SİLÊMANÎ - Şanda Jinên Kantonên Rojavayê Kurdistanê serdana Navenda Rêxistina RJAK'ê ya Silêmaniyê kir.

Şande ya di navê de Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yusif, Nûnera Rêxistina Yekîtiya Star Nûjîn Yusif û Endama Yekîtiya Star Ruken Xelîl û Nujîn Yûsif jî heytî li Başurê Kûrdistanê ziyaret û hevdîtinên xwe berdewam dikin. Şanda kantonên Rojava li bajêrê Silêmaniyê serdana hindek ji partî û aliyên siyasî kirin. Şandeyê Navenda Rêxistina Jinên Azadên Kurdistanê (RJAK) a Silêmaniyê jî ziyaret kir. Şande ji aliyê Endamên rêveberiya RJAK'ê Şehên Mihemed, Perwîn Hesen û Jîno Fetah ve hatin pêşwazî kirin. Di ziyaretê de li ser tekoşîna hevbeş, rewşa jinan bitaybet jî rewşa jinan li Başurê Kurdistanê nirxandin hatin kirin û diyar kirin ku ew tenê bi yekêtiya jinan karin li hember êrişên ser gelê Kurd bi sekinin.

(şb/zt)